14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden: Em helwesta wêrek a jinên Îranê pîroz dikin

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî (Mehsa Emînî) li gelek bajarên Îranê di roja pêncemîn de berdewam dikin. Doh serokê Amerîkayê Joe Biden piştî axaftina serkkomarê Îranê Ibrahîm Reîsî daxuyaniyek da û tê de behsa nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî kir. Biden xwepêşandêran silav kir û wiha got: “Em li kêleka gelê Îranê û jinên Îranê yên wêrek in ku îro ji bo mafên xwe yên herî sereke û rewa li ser piyane.”

Hêjayî gotinê ye ku di 13 îlonê de jina 22 salî Jîna Emînî li Tehranê ji ber cil û bergên xwe ji alî polîsên Exlaqê hatibû binçavkirin û di binçavkirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

Di xwepêşandan wekî nerazîbûna li hemberî vê hişmendî û ferzkirina cilan li ser jinan, gelek jinan çarik û destmalên li ser xwe avêtin nava agir. Di xwepêşandanan de dirûşmeyên wekî ‘Na ji şaşik û çarşefan re, bijî azadî’ hatin berzkirin.

Doh li Urmiye û Serdeştê jî xwepêşandanên mezin hebûn, xwepêşandanan ala Îranê û wêneyê Xameney şwitandin û di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de gelek kes birîndar bûn.

Heta niha xwepêşandan û nerazîbûn li zêdeyî 15 bajarên îranê dest pê kiriye û berdewam dike. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan (Henkaw) da xuyakirin ku hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin di navbera 16-23 de ye, her wiha 450 xwepêşandêr birî,ndar bûne û 500 kes jî hatine binçavkirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Navnetewî jî heta roja çarşemê 8 xwepêşandêr di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê Îranê Ibrahîm Reîsî di axaftina xwe ya li di civîna Cıvata Giştî ya Neteweryên Yekbûyî de behsa mijara kuştina Jîna Emînî ne kir. Reîsî behsa mirina jinên Kanadayê kir, behsa kiryarên hzêzên Israîlê lşi dijî Filistînê kir, behsa hovîtiya rêxistina DAIŞ’ê ya li dijî jinan kir lê tenê behsa hovîtiya desthilşata xwe ya li dijî jinan nekir.