2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK siyaseta birçîbûnê li gel ferz dike

Ligel polîtîkayên PDK’ê yên ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike, niha jî mal û milkê malbata Barzanî dîsa di rojeva Amerîkayê de ye lê bi tu awayî ne di rojeva Başûr de ye. Wek tê zanîn di 7’ê nîsanê de ajansa The American Prospect nûçeyek der barê mal û milkê malbata Barzanî de weşand. Di vê nûçeyê de derket holê ku malbata Barzanî li Amarîka, Ewropa û Dubaiyê bi sedhezaran milyondolar mal û milk kiriye û li derveyî welat 300 zevî û milk, li Dubaiyê 288 daîreyên balîndeyan kiriye û bi 30 milyondolarî jî bûye şirîkê bankayan. Ligel vê dewlemendiya malbata Barzanî ku bi pereyên gelê Başûr berîkên xwe tije kirine jî, karmend, xwendakar û mamoste ji bo nikarin mûçeyên xwe bigirin li ser pêyan in.
Endamê Desteya Rêveberî û Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li başûrê Kurdistanê Fethulah Huseynî têkildarî van mijaran û helwesta gelê Başûr, parlamentoya Başûr ji Xwebûnê re axivî.

Fethulah Huseynî der barê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re diyar kir ku êdî PDK bi awayekî aşkera vê siyasetê bi rê ve dibe û wiha got: “Tişteke veşartî li cem wan tune ye. Peywendiyên wan ên rayedarên AKP’ê re û ji beriya wan jî li gel hemû rayedarên Tirkiyeyê hene. Kî were ser desthilata Tirkiyeyê peywendiyan bi wan re datînin û ev peywendiyên stratejîk in, ev jî ne ji bo gelê Başûr, ji bo hesabê PDK’ê ne. Xelkê li Başûr ne ji îro ve, bi salan e ku ji têkiliyên PDK’ê yên bi rayedarên tirk re nerazî ne. Tirkiye dijayetiya gelê kurd li Başûr, Rojava û Bakur, Rojhilat û heta li dîasporayê jî dike. Gel li Başûr bi tu awayî van peywendiyan qebûl nake lê helwesteke wan a ku wisa bên gel hev û ji PDK’ê re bibêje bes e tune ye. Geleke partiyên heyî jî nikarin ji PDK’ê re bibêjin tu çima van şaşiyan dikî.”

Bêyî Tirkiyeyê lewaz e

Huseynî da zanîn ku ger PDK têkiliyên xwe yên bi welatên herêmî re qut bike dê tu asta wê ya siyasî nemine û ev tişt anî ziman: “Yanî PDK bêyî Tirkiyeyê nikare tu tiştî bike, bêyî Tirkiyeyê pir lewaz e. Hêzbûna xwe di hêzbûna rayedarên tirk de dibîne. Hem jî di ragirtina balansekê de dikare desthilat be. Nemaze niha li ser Şengalê bazarê dike, berê li ser Kobanê, li Efrînê kir, ji beriya wê jî li ser Amedê kir, dîsa partiyên Rojhilatî ji hevdû xistin. Dilîze, lîstika xwe dike. Di encama vê lîstikê de jî vêca dê kengî çi bi xwe re bîne ev jî dimîne li ser hêzên siyasî yên li Başûr ku di hikûmetê de ew jî şirîkê PDK’ê ne.

Başûr ne di xema PDK’ê de ye

Fethulah Huseynî destnîşan kir ku dewlemendbûna mala Barzanî çi li Amerîka, çi li Ewropa û çi jî li welatên din dide xuyakirin ku ne gelê Başûr ne jî rewşa siyasî ji wan re ne xem e û wiha domand: “Ew jixwe karê xwe dikin, karê wan jî daneheva mal û milkê ji bo dewlemendbûna malbatê ye. Li cem PDK’ê ya girîng ew e ku karibin malbata xwe zengîn bikin, hevalbendên xwe dewlemend bikin. Vê yekê jî li ser hesabê gelê Başûr dikin. Hemû dizanin ku ji 2014’an ve hikûmet di destê PDK’ê de ye. Berê di destê Nêçîrvan Barzanî de bû, niha jî di destê Mesrûr Barzanî de ye. Gel li Başûr bi her awayî di halekî perîşan de ye. Ne dikarin mûçeyên xwe bigrin, ne jî dikarin ji av, erebe heta gelek pêdiviyên ji bo jiyana rojane bi cih bînin. Başûr bi rastî jî bê desthilatdar maye. Ligel deng ji Hewlêr an jî Duhokê dernekeve, tu bandora Kerkûk, Helebce û Silêmaniyê li ser siyaseta Başûr tune ye. Li Başûr ger helwesteke li tevahiya Başûr tune be, dê tenê helwesteke li du bajaran têr neke ku li dijî mal û milkê malbata Barzanî derbikeve.”

Huseynî têkildarî sekna parlamentoya herêmê wiha got: “Parlamentoya herêmê jî di bin kontrola PDK’ê de ye û li dijî van nelirêtiyan nikarin tu qanûnan derînin. Dema hin dengên nerazî li parlamentoyê derdikevin jî PDK dengê wan qut dike û dikşîne aliyê xwe. Ji sedî 50’î zêdetir jixwe parlamento di bin destê PDK’ê de ye, yên nerazîbûnên xwe tînin ziman jî, dengê xwe qut dikin. Ev jî bi giştî parlamenterên li Duhok û Hewlêrê ne.”

Endamê Desteya Rêveber Fethulah Huseynî bal kişand ser karmendên ku bi mehan e mûçeyan nagirin wiha bi lêv kir: “Hemû karmend li ser pêyan in. Bijîşk naçin nexweşxaneyê, mamoste naçin dibistanan, heta xwendavan naçin dibistanan, xwendavanên zankoyê naçin zankoyê. Karmendên hikûmî hefteyê du rojan dewam dikin, ji ber ku pere nayên dayîn. Dema tên dayîn jî kêm tên dayîn. Ev siyaseta ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin siyaseta birçîkirinê ye. Gel îro çiqas li Silêmanî û li bajarên weke Helebceyê rabe ser pêyan jî ger li Duhok û Hewlêrê nerazîbûn neyên ziman dê PDK bi vî awayî dewam bike.”