17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên kurd li Ewropayê êrîş şermezar kirin

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya û Fransa daketin kolanan û êrîşên dewleta tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.

Aachen

Kurdistanî û ciwanên Elman ên li derdora Zanîngeha Aachen a bajarê Aachen a Elmanyayê civiyan, li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi piştgiriya PDK‘ê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Ciwan li zanîngehê kom bûn û heta navenda bajêr meşiyan. Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil“ û “Ji Abdullah Ocalan û Kurdistanê re azadî“ berz kirin.

Evry

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li banliyoya Evry a paytext Parîsê li hemberî êrîşên dewleta tirk a li ser Kurdistanê, meşek li dar xistin. Kurdistaniyên bi pêşengiya TCŞ’ê de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry hatin cem hev, bi pankartên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî berxwedana Zapê’ heta îstasyona trenê ya nevendî meşiyan. Di çalakiyê de xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin, banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Villiers Le Bel

Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê jî ciwan daketin qadan û êrîş Tirkiye û PDK’ê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin. Piştî meşê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Ciwanên ku li vir daxuyanî dan, bi bîr xistin ku li hemberî gerîlayên di şerê rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de berpirsyariya ciwanên kurd heye û bang li hemû ciwanên kurd kirin ku dakevin qadan.

Marîgnane

Li Marîgnaneya Fransayê komek ciwan li hundirê Balafirgeha Marîgnane çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanên ku bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê li hundirê balafirgehê vekirin û meşiyan. Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê kir ku li hemberî dagikirinê û xiyanetê derkevin qadan.

Koln

Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Kolnê yê Elmanya bû. Endamên TCŞ’ê ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji raya giştî re bê ragihandin, dosyayek pêşkêşî rayedarên televîzyona WDR a Elman a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê kirin.

Ciwan bi pankartên li hemberî dagikirinê ketin hundirê avahiyê. Ciwanan bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin pêk anîn. Piştre li ber avahiya televîziyona WDR’ê daxuyanî dan û gerîlayên azadiyê silav kirin.

Hannover

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ATÎF Hannoverê li ser xeta tramvayê ya ku piranî koçberên jî Tirkiyeyê lê ne, komkujî û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Kurd û xiyanet PDK’ê protesto kirin. Di çalakiyê de girseyê timî dirûşmeyên “Bila hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin ” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.

Stuttgart

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li qada Plaza del Castillo (Schlossplatz) ya bajarê Stuttgar yê Elmanyayê hatin ba hev û bi çalakiyekê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Ciwanan di çalakiyê de pankartên “Ji êrîşên dewleta Tirk re na!“ û “Bimre xiyanet” hildan.

Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyan bi dawî bû