7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê metirsiya şerê navxweyî

Li Lîbyayê her ku diçe aloziya di navbera aliyên siyasî de kûrtir dibe. Sedemê vê aloziyê yê sereke serokê hikûmeta demî ya berê Abduhemîd Dubeybe ye. Ji destpêka meha adarê de parlamentoya Lîbyayê peywîra avakirina hikûmeteke demî ya nû û lidarxistina hilbijartinan spartibû Fethî Başaga. Lê tevî hemû hewldanan Dubeybe dest ji kursiyê xwe bernade û pişta xwe bi çekdarên alîgirên xwe xurt dike.

Der barê mijarê de berdevê fermî yê hikûmeta Başaga Osman Abdulcelîl da xuyakirin ku hikûmeta Başaga dê civîna xwe li bajarê Sebhayê lidar bixe.

Diviyabû ku Başaga li paytexta Lîbya Terablusê dest bi karê xwe kiribûya lê ji ber helwesta Dubeybe ya ku naxwaze desthilata xwe dewrî wî bike, Başaga civîna xwe li Sebhayê kir. Başaga nexwest ku çûna wî ya Terablusê bibe sedema şerekî di navbera hêzên alîgirê wî û yên alîgirên Dubeybe.  Ji xwe çekdarên alîgirên Dubeybe jî nedihiştin ku karwanê Başaga derbasî Terablusê bibe.

Mehek di ser pêwirdakirina hikûmeta bi serokatiya Fethî Başaga dest pê kiriye û gelek navendên hikûmetê li rojhilat û bakurê Lîbayayê dewr girtin lê nikaribûn derbasî paytext Terablusê bibin.

Ji aliyekî din ve Dubeybe dest ji kursiyê serokatiyê bernade û dibêje heta ku hilbijartin çênebin ez vî kursî teslîmî kesekî din nakin.

Lewre karê hikûmeta Başaga gelekî zor û zehmete û du rê li pêşiya wî dimînin, an wê dest ji peywîra xwe berde an jî wê bi zora çekdaran derbasî Terablusê bibe, ew jî tê wateya şerê navxweyî.