3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz cejneke polîtîk e

Yezda Hawîn

Tê zanîn ku dîroka Newrozê li ser esasê azadkirina gel û erdnîgariyê serîrakirineke polîtîk e. Vê rojê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê kok vedaye. Şîn bûye û tovê wê li ser vê axê hatiye reşandin. Ji wê rojê ve Newroz bûye çand, jiyan, ziman û bi wêje re rengê bedena erdnîgariyê bi ruhê agirê kesk, sor û zer a sembola zerdeşt xemilandî ye. Ji ber vê yekê Newroz xwe dispêre dîrokek kevnar, danehev, hêja û binirx.

Di vê wateyê de Newroz, newrozbûn, welatparêzî û welatîbûn gelbûn e. Dîrokeke li ser mîrasekî welatparêzî, çandî û polîtîk bi salan hebûna xwe di cehwerê şaneyê gelekî de mayînde kiribe, bê guman tu kes nikar e asteng bike û pêşî lê bigire. Dîrokê jî daye îspatkirin ku Newroz bi gel re, gel bi Newroz re diherike jiyaneke bi nasname a polîtîk e.
Ji wê rojê de bi sedsalane dem û dewran guherîne. Mirov nifş bi nifş li ser vê erdnîgariyê çêbûne, bi vê axê têr bûne, bi vê avê jiyane, pîrbûne û mirine. Dapîr û bapîrên ku bi vî ruhî por-ruh spî kirine, temen derbas kirine, zarok û neviyên xwe jî bi vî hiş û baweriyê tê gihiştandine. Îro zarok û neviyên li rojhilatê Kurdistanê xwedî çavkaniyeke dewlemendiya dîrokî û zana ne. Heman tişt ji bo civaka Îranê jî derbasdar e. Ji Axamenîşa heya damezirandina Komara rejima Îranê, gelê kurd û gelê Îranê bi bawerî û çanda wateya Newrozê bi rêya magiyan jiyana xwe bêferq û cudabûnan heya îro bi hev re domandine. Civak di eynî qelîşokê de heman çand, ziman di hevbeşiyeke hevpar de jiyane û bûne ruhekî pirrengî, cur bi cur a demokratîk.

Lê ji avabûna komarê û bi vir de bi zîhniyeta nijadperestî, serdestî û mêtîngerî bi şêwazê qirkirina polîtîk êrîşê nirx û koka gelan a pîroz dikin. Rojek ji wan rojan jî Newroz e. Ji bo Newrozê ji wate û aliyê wê yê polîtîk dûr bixînin, ji cehwera wê biguvêşin, bê sembol, bê reng û bê deng bihêlin, tenê hema agir pêxin û li ber govendê bigirin hiştine. Pirsa “Gelo rojên ku hebûna gelekî îfade dike, dîrokî û mayîn de dike, kî dikare ji wateya polîtîk bixîne? Tê hişê mirov. Jixwe rejîma Îranê bi salan e qirkirineke çandî û polîtîk li ser nirx û rojên pîroz dide meşandin. Ligel ku bixwe jî pê ne bawer e û ne qanî ye jî bi şêwazê cur bi cur dide ferzkirin. Ev xapandineke mezin e, ji ber Newroz ruheke, baweriyeke û hebûneke nasnameyî ye.

Gava gelê me yê Rojhilat li çiya û kolana gund bi gund agir pê dixin, mûzîkê vedikin, govendê digirin û bikêfxweşî pîroz dikin, gelo çi hîs dikin? Rejîma Îranê ji ber nikarin pîrozkirina Newrozê qedexe bikin; bi feraset û polîtîkaya “Bila agirê xwe pê xin, govenda xwe bigirin da ku doza tiştekî din nekin” nêzîk dibin. Lê eger bêhneke siyasî jê bigirin bi îdîaya tawanbariyê digirin, lê didin, îşkencê pê dikin û derdixînin pêş dadgehê û dadirizînin. Sedemê vê nêzîkatî û ferasetê xapînok kêm be jî, hesabê hinekî pêşîlêgirtina bertek û nerazîbûnan e. Lê bêgûman di dilê her kurdekî de ala Kurdistanê bi hestên azadiyê diheje. Ji ber ew bixwe Newroz in, ew bixwe agir in, ew bixwe hebûn in û ew bixwe polîtîk in. Agir, govend û mûzîk bixwe sembola xeyalê welatekî azad bi pîrozkirina Newrozê hûnandin e. Rejîma Îranê jî vê baş dizane ku bi qedexekirina sembol û rengê siyasî nikare aliyê wê yê polîtîk bêwate bike.

Em niha di pêvajoyeke şerê cîhanî yê sêyemîn ku di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de tê meşandin de, şerekî cemserî yê desthilatdariyê ye. Di dema ku şerê desthilatdariyê tê meşandin de tevlibûna Newroza 2022’yan, erk û berpirsiyariya her kurdekî ku hîn bêtir bi hişmendî tevbigere, zêdetir derdixe ber çavan.

Em jî wekî gelê kurd ji bo xweserî û parastina xwe bi şerê cemserî û desthilatdaran ve di nava şerekî dijwar de ne. Îro herî zêde jî rejîma Îranê û dewleta tirk gelê kurd kiriye bin zextekî qirkirinê. Em jî dikarin bi pîrozbûna Newrozê bi pêşketinên pêvajoyê ve bikin bingehê rêxistinkirina tekoşîna xwe ya serkeftinê. Ji ber Newroz bixwe ruhekî tekoşîn û berxwedanê ye. Bi vî ruhî daketina qadan, bi ruhê pêvajoyê pîrozkirina Newrozê pir girîng e. Em dikarin li qadan di şûna al û rengê qedexekirî de bi şiyara dengê xwe bigihînin cîhanê. Her şiyarekê bi qîrîna bikin al û rengekî polîtîk û siyaseta qirkirina rejîma Îranê pûç bikin, tekoşîna xwe bilind bikin û lêgerînê azadiyê derxînin lûtkeya herî jor. Em ê wê demê jiyana xwe bi Newrozbûnê bikin bingeha neteweya demokratîk û li ser vî esasî ji her demê zêdetir nêzî serkeftin û serfiraziyê bibin. Bi vî ruhî Newrozê pîroz bikin û bikin bingeha pêşerojeke newrozbûna welatê azad û demokratîk.