6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li 17 navendên Ewropayê Newroz pîroz kir

Li bajarên Heilbronn, Kiel, Krefeld, Hambûrg ên Elmanya, Laûterach, Innsbrûck ên Awûstûrya, Lîmassola Qibrisê, Atîna/Lavrîo ên Yewnanîstanê û Parîs, Montpellier, Marsilya, Strasbourg û Rennes ên Fransayê bi beşdariya deh hezaran kesan Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Heilbronn

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê di pîrozbahiya 50’yemîn salvegera serkeftinê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê hat kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Heilbronnê dijî tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de ji bo kesên di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) Şevket Çelîk axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Çelîk, wiha got: “Di 50’yemîn salvegera meşa azadiyê ya ku di sala 1973’an de bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan bi komeke hate destpêkirin, li çar aliyê cîhanê bi beşdariya bi mîlyonan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Têkoşîna 50 salan hat van rojan, berdêlên giran dan. Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Rahşanan bi bedena xwe agirê Newrozê gur kirin û dijmin têk birin. Bi vê berxwedanê bi milyonan li dora govenda azadiyê hatin cem hev. Êdî bila her roja me veguhere berxwedana Newrozê. Êdî dema azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.“ Di şahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin.

Kiel

Li bajarê Kiel ê Elmanya jî bi beşdariya sedan welatiyan Newroz bi coş hate pîrozkirin. Kurdistanî li Kîel Mettenhofê li hev civiyan û agirê Newrozê vêxistin. Kurdistaniyan li dora agirê Newrozê govend gerandin û dirûşme berz kirin.

Krefeld

Li bajarê Krefeld ê Elmanya jî kurdan û dostên wan bi meşa meşaleyî dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di meşê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilgirtin. Di meşê de azadiya Ocalan hate xwestin.

Hamburg

Li Hambûrgê Newroz bi meşe meşaleyî dest pê kir. Berî meşê ji bo şehîdên Newrozê deqîqeyek rêz hate girtin. Zêdeyî 200 kesên ku bi meşaleyan dest bi meşê kirin, gelek caran dirûşmeyên “Newroz pîroz be” û Newroz berxwedan e” berz kirin. Pîrozbahî li ber Navenda Çandê ya Rote Flora ya li taxa Sternschanze bi gerandina govendê dawî bû.

Leuterach

Kurdistanî û dostên wan di Newroza li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê de li hev civiyan. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn û govenda azadiyê gerandin. Di şahiyê de Hunermend Şivan Perwer derket li ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin. Di şahiyê de timî  dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Innsbruck

Newroz li paytexta eyaleta Tîrolê ya Awûstûrya Înnsbrûckê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdistanî bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilgirtin. Di şahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre Hunermend Seyda Perînçek derket li ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin. Li ber agirê Newrozê govend hate gerandin û dirûşme hatin berzkirin.

Lîmossol

  1. salvegera Newrozê li bajarokê Alassa yê ser bi Toodos a bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ û PYD’ê hatin xemilandin. Di şahiyê de Kurdên ji Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin û ji bo şehîdan rêz hate girtin. Di şahiyê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Atîna

Li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê bi sedan kesî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî Newroz“ Newroz pîroz kirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK’ê û şehîdan hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de hunermend Cewad Mervanî derket li ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Lefkoşa

Kurdistaniyên ku li kampa penaberan a li paytexta Qibrisê Lefkosia dimînin, li qada kampê agirê Newrozê vêxistin. Di şahiyê de li ber stranên Kurdî govend hate gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Graz

Kurdistaniyên ku li Hauptplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin cem hev, li dora agirê ku pêxistin bi govendê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Kurdistaniyan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berzkirin.

Dortmund/ Freibûrg

Li bajarê Dortmûn û Freibûrg ê Elmanyayê jî Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin xemilandin. Di şahiyê de li ber stranê Kurdî govend hate gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Navnîşaneke din a pîrozbahiyê jî bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bû. Pîrozbahî bi meşeke bi meşaleyan destpê kir. Piştî meşa meşaleyê, Hevserokatiya Meclîsa Gel a Freîbûrgê axaftinek kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo Kurdan cejna berxwedanê ye. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, hat gotin, “Heta ku Rêber Apo azad bibe“ wê têkoşîna wan bidome. Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vêxistin.

Barcelona

Li welatê Katalonyayê jî Newroz hat pîrozkirin. Li bajarê Premîa yê bajarê Barcelona yê Katalonyayê bi organîzasyona Platforma Piştevaniya Azadiyê şahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Kurdistanî û dostên wan hatin gel hev û bi hev re govend gerandin.