17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz cejna kurdan a neteweyî ye

Nezîr Bîrdar

Her wekî nayê veşartin ku ne tenê cejn û bîreweriyên kurdan ên neteweyî hatine şelandin û helandin. Berovajiyê wê piraniya baweriyên jiyana kurdan jî hatine tarûmarkirin, rûxandin û hilweşandin. Bi taybet ew baweriyên mîna ziman, çand, şaristanî û peywendiyên civakî saet bi saet, roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal ji hêla dagirkeran ve girîngiya wan hatine helandin û niha jî tên tunekirin.

Berî her tiştî dijayetiya wan dagirkeran her ku çûye li ser hemû hêmanên kurdan ên neteweyî zêdetir û dijwartir bûye. Ji aliyekî din ve dagirkirina dagirkerên Kurdistanê yên cur bi cur, bi yek carî li ser piraniya binemayên neteweyî û nîştimanî bûye hokarekî wêranker. Her wiha wan dijminan hêmanên neteweyî yên dîrokî, ji her biwareke dîtir pirtir şelandin, helandin û di ser de jî hemû nirxên xwe yên neteweyî li ser kurdan bi tundî be jî sepandine. Ta wê radeyê ku îro dijmin li cem mirovê kurd mezin bûye û bersingê wî girtiye, pêşiya her nirxekî kurdan tevnekî aloz raşandiye. Îcar Newroz di nav van mij û mûranan de dê bi çi rengî nebe seyr û sosret!

Bêguman Newroz bi hezaran sal e tê şelandin helandin û tunekirin. Lê dîsa jî bûye jêdera hemû cevenga şikandina qeydên jêredestî û kolayetiyê.
Ev Newroza ku babeteka dîrokî ye, bingeha tevahiya jêderên resen a mirov û mirovatiyê ye, pêwîst e ku mirov pirtir bikolin, li dûv şiyanên xwe hewl bidin bigihine rastiyekê. Jixwe mirov jî di jiyanê de pêdivî bi bizav û pêvekoliyê heye, bi taybet deme babet bi pirsgirêka neteweyî ve girêdayî be, divê hewl û bizav jî hê gurtir û xurtir bibin.
Jixwe çi destan û rûdanên dîrokî bin û çi jî şoreş û serhildanên neteweyî bin tev bûne efsan e. Îcar destana Kawayî û Newrozê ya dîrokî di nava gelê kurd de bûye cevenga bergirî û berxwedana efsaneyeka lehengîtiyê. Ji layekî din ve Newroz wek sersala kurdan hatiye nasandin û bûye roja damezrandina sîstemeka civakî pêşketî, xwe bi gelên din jî daye nasandin. Her wiha Newroz di jiyana mirovatiyê de, di hemû biwaran de çi di warê peywendiyên civakî de be û çi jî di warê berhemanînê de be bûye jêdereka sereke.
Xaleka din a girîng ew e ku Newroz bi cejna siruştî jî hatiye nasandin. Newroz di destpêka jiyana mirovatiyê de, bûye ji girîngtirîn vejînên jiyanê, lewre bi şêweyekî rasterast mirov û siruşt pêk ve girêdayî ne. Dema ku hê mirovahî jiyana xwe ji jêrdilovaniya siruştî dibire pêş, Newroz ji bo mirovahiyê bûye cevenga rizgariyê.

Ev werza pirî sir û seqem û metirsîdar di roja Newrozê de bi dumahî tê û werza nûjenkirina jiyanê dest pê dike, bi taybet ji bo devereke mîna Kurdistanê bi rastî mirov dişe bibêje, ku zivistan ejdehak e, lewre pitirê ji maweyê sê mehan mirov di hundirê avahiyan de li bendê dimîne. Di serdemên seretayî de sermayê piraniya mehên salê bi xwe ve dihewandin deh meh serma û du meh tenê germî yan jî heft meh serma û pênc meh germî û piraniya jî yê zemînê di rewşa serma û germiyê de peyda dibûn.
Li vir jî mirov bi hêsanî dişê/dikare bibêje ku cevenga zivistanê ejdehak e û ya germiye jî destpêkirina werzeka pirjiyanê ya Kawayî ye.

Taybetmendiya Newrozê ne tenê ew e ku cejna kurdan a neteweyî ye. Her wiha taybetmendiyeke din a wê ya siruştî jî heye ku danên salê ji roja Newrozê dest pê dikin. Ev taybetmendiya wê ya ku tevî mirovên cîhanê bi kar anîne û li pê çûne ew e ku dansala yekem ji roja 21’ê Adarê heta roja 21’ê hezîranê dibe dansala biharê, ji roja 21’ê meha hezîranê heta roja 21’ê îlonê dibe dansala havînê, ji roja 21’ê meha îlonê heta roja 21’ê meha kanûnê dibe dansala payîzê û ji roja 21’ê meha kanûnê heta roja 21’ meha adarê jî dibe dansala zivistanê. Li gorî ku salname jî didin xuyakirin, di 21’ Adarê de şev û roj hindî hev lê tên, ev tê wê wateyê ku dê dansaleka nû dest pê bike, di 21’ meha hezîranê de ku roj dibe roja herî dirêj û şev jî dibe şeva herî kurt, ev jî tê wê wateyê ku dê dansaleka din dest pê bike, di 21’ê îlonê de dîsa şev û roj mîna hev lê tên, ev tê wê wateyê ku dê dansaleka nû dest pê bike û di 21’ê kanûnê de jî şev dibe şeva herî dirêj û roj jî dibe roja herî kurt, ev jî tê wê wateyê ku dê dansaleka nû dest pê bike. Aha li gorî van taybetmendiyên roj û mehan dansal hatine çespandin. Wekî ku tê zanîn mirovên vê cîhanê ev dansal pejirandine û ji xwe re hem kirine dansal hem jî kirine salname.
Niha jî em ê çend rêzikan ji helbestên Melayê Cizîrî yên mîna wî pêşkêşê we xwîneran bikin da ku em bizanin ka helbestvanê kurd der barê Newrozê de çi ji paşmayên re li pey xwe hiştine:

Melayê Cizîrî

Bê nûr û narê muhbetê bê neqş û sun’ê quretê
Naçîn meqamê wesletê nûrun lena we l-leylu dac
Ev narê sîqala dil e, daîm li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e, weqtê hilêtin ew sirac
Heta bi nûra badeyê rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê şehzadeye durdaneya gerden ji ac
Gelo Cegerxwînê kurdayetî û mirovatiyê ji bo Newrozê çi dibêje:
Newroz û behar e, adar e rengîn e
Dem û benga jîn e, zivistan wek roj e
Adar e, Newroz e dijmina derd daye
Sersala kurda ye ev meha nîsanê
Cejna Kurdistanê xeml û xêra welat ser ser û çava hat