2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Semra Guzel şandin Edliyeyê

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a ku destnedayîna wê hatibû rakirin û  der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, doh li Stenbolê hat binçavkirin.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) doh ji bo bi Guzel re hevdîtinê bikin çûn Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê lê polîsan nehişt ku ew bi Guzel re hevdîtinê bikin. Parêzer bi saetan li ber deriyê emniyetê hatin sekinandin. Piştî îtirazan parêzeran bi Guzel re hevdîtin kirin.

Guzel, ji parêzerên xwe re diyar kir nûçeyên bê esil ên derbarê wê de ne rast in û got ew bi nasnameya sixte nehatiye girtin. Her wiha Guzel diyar kir ku dema ew derdiket derveyî Stenbolê hatiye binçavkirin.

Îdiayên wan ne rast in

Parêzeran diyar kir ku îdayên ku Guzel “Li Edîrneyê hat binçavkirin” ên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û medyaya alîgirê desthilatê ne rast in. Parêzeran destnîşan kir ku Guzel li tesîsek bêhnevedanê ya li navçeya Sîlîvriya Stenbolê hatiye binçavkirin. Agahiyên ku Guzel perûk daye serê xwe û belav bûye jî ne rast in.

Di van kêliyan de Guzel, ji bo îfade girtinê şandin Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê. Her wiha Guzel dê îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî.