5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Istixbarata Iraqê hişyariya suîqestan  kir

Li gorî malpera Al Hadas ku pişta xwe dide belgeyeke veşarî ya istixbarata Iraqê, di wê belgeyê de  banga hişyariyê li hêzên ewlekariyê hatiye kirin ku dibe li Bexdayê hin suîqest  çêbibin.

Li gorî wê belgeya ku nivîsgeha Bexdayê aşkera kiriye, dibe ku hin komên çekdar motosiklêt û wesayitên bê numere di swîkastan de bikar bînin.

Doh bi sedan alîgirên (şoreşa Tişrîn) li qada Nisûr ya Bexdayê li hev kom bûn, banga çareserkirina krîza siyasî û pêşîgirtina li destwerdana Îranê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku her çendî Sedir dabe xuyakirin ku ew ji siyasetê vekişyaye lê çavê her kesî li ser vê tevgerê ye gelo dê Sedir vê carê berê alîgirên xwe bide ku an jî gelo dê şer û pevçûn dîsa di navbera wan û milîsên girêdayî Îranê de derkeve an na.

Beriya çend rojan û piştî bûyerên li Bexdayê ku bûbû sedema kuştina 30 kesan, li Besrayê jî şer û pevçûn di navbera alîgirên Sedir û milîsên (Asaib El Heq) ya bi serokatiya Qeys El Xazelî rû dabûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê