5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev der Kurdistan e

Yûsif Mentik

Desthilatiya kurdan di şaristaniyên Mezopotamya û sînorên erdnîgariya Kurdistanê û herêmê de xwedî rehên dîrokî yên kûr e, bi taybetî jî di şaristaniya Sumer, Asûr, Babilî, Akad, Pers, Grek, Sasanî, Îslamî de. Hebûna desthilatên wek: Gûtî, Lûlûyiyan, Împaratoriya Medan li Mezopotamya û Anatoliyayê beriya zayînê, desthilatdariyên Şedadî, Bazê Kurd, Hezbanî, Merwanî û hwd. belgeyên dîrokî ne ku kurd gelê resen ê Kurdistanê û herêmê ne.

Medan berî zayînê di sala 700’î de Diyako kirin şahê Medyayê. Berî zayînê di sala 606’an de dawî li Împaratoriya Asûriyan anî ku bi sedan salan li herêmê desthilatiyekî tundî û çewisandinê ava kiribû. Împaratoriya Medan ji şeş eşîrên mezin pêk dihat. Sê ji wan kurd bûn: Bûsî, Strûxat, Bûdî, yên din jî fars û neteweyên din ên herêmê bûn. Desthilatdariya Medan di serdema qralê dawî yê Astiyag de bi destê Koriş-Kyrosê kurê Mandenaya keça Astiyag û Mandena jî hevjîna Kambyses-Qembîz-Kambîz ê serek êla farisan bû û bi Harpagosê serleşkerên Medan bû û bi destê van dawî li Împaratoriya Medan anîbûn.

Hatina tirkên barbar a ji Asyaya Navîn heta Asyaya Biçûk, ji Mogolistanê heta Pers û Kurdistanê (Mezopotamya-Anatolya) vedigere destpêka sedsala 11’emîn. Di salên 1018, 1040, 1075’an bi çend qonaxan hatine. Di destpêkê de eşîrên tirkan ên wek Ogûz, Selçûkî, Mogol û Osmanî bûn û ji eşîrên tirkan yekitî ava kirine. Pêşî bi ser welatê farisan de hatin û tevî dagirkirin û wêrankirinê tevkujiyên mezin jî dikirin. Lê eşîrên kurd û miletên din ên herêmê xwe parastine û gelek kes ji wan kuştine û ew têk birine. Lê tirkan dev jê berneda û xwe ji nû ve birêxistin kirin û êrîş kirin. Aşkera ye ku wan îslamiyetê wek dînê fermî pejirandine û li her cihê ku dagir kiribûn, di bin navê pêşketina Îslamê de ferz kirine.

Ji sala 1075’an û pê de piraniya desthilatiya Bîzansiyan têk dibin û piraniya axa Kurdistanê, ermen, faris, yewnan, laz û çerkes xistin nav desthilatdariya xwe. Herî dawî jî Stenbol wek paytexta dewleta tirkan destnîşan kirin, wek her carê serokeşîr û mîrên kurdan û miletên din ên herêmê ji bo berjewendî û desthilatxwaziyê, xwe dane pişt tirkan. Helandina miletên din di nav miletê tirk de kevneşopiyek bû, yek ji riyên sûltan jî ew bû diviyabû zarokên ji heft salî mezintir bidin dewletê, bi taybetî ol û neteweyên ne tirk. Bi vê nêzîkbûnê, gelek eşîrên ji neteweyên cuda yên di nava Împaratoriya Osmaniyan de di nav neteweya tirk de hatin helandin.

Damezrandina Xîlafeta Osmaniyan vediguhere malbata Osmanê ku nijada wî tirk e. Ertûgrûl Siltan di 90 saliya xwe de dimire. Du kurên wî yên bi navê Osman û Dîndar hebûn. Divê yek ji kurên wî bikeve şûna bavê xwe. Wisa xuya dike ku wek kevneşopî, ji bo ku tenê kesek ji wan bibe xelîfe, pirsgirêk û dubendî di navbera kesên din ên xizmên kurên wî de rû nede kuştin bûye qanûn. Piraniya siltanên Osmanî ev qanûn domandine. Osman 1297’an de birayê xwe Dîndar kuştiye, di 33 saliya xwe de ew bûye Xelîfeyê Osmaniyan. Ji sala 1299’an heta sala 1326’an desthilatî kir û di wê demê de siltantiyeke nijadperest û bi hêz a Osmanî ya tirkan ava kir. Desthilatiya xwe berfireh kir û gelek mîr û desthilatdarên din jî xist bin destê xwe.

Ji bo hilkişîna ser textê xîlafetê, kuştina bira, xwişk, xizm û qetlîama bixwîn kevneşopiya tirkan bû. Dixwazim çend nimûneya raxim ber çavan:

1 – Sultan Bayezîdê yekem di sala 1389’an de, dema bavê wî Siltan Mûrad mir, serî li vê ayeta qûranê da ku hilkişîna xwe ya ser textê xîlafetê rewa bike: “Fitne ji kuştinê xerabtir e.”

2 – Fatîh Mehmed birayê xwe yê ber şîr kuştiye.

3 – Siltan Selîm kurê xwe Bayezîdê 2’yemîn û hemû birayên xwe kuştin û kurê xwe jî koçber kiriye.

4 – Siltan Mihemedê sêyem berî ku bavê xwe binax bike hemû xwişk û birayên xwe kuştine. Hin lekolîner dibêjin 9 hin jî dibêjin 19 bira ne.

Şerê Çaldiranê di navbera tirk û sefewiyan de di sala 1514’an de qewimî û tirk neçar man ku bi mîrên kurdan re peymanê çêbikin. Bi hewldanên Îdrîsê Bedlisî û Siltan Selîm, Osmaniyan çend mîrekiyên kurdan ava kirin. Armanca vê nêzîkbûn û hewldanê ne ku ji bo danîna dostaniya bi kurdan re bû, mebest ew bû ku sûdê ji hêza kurdan bigirin û sînorên erdnîgariya Kurdistanê ji xwe re bi kar bînin. Siltanê osmanî di sala 1515’an de bi awayekî fermî desthilatiya mîrekiyên kurdan nas kir. Dema ku Siltan Silêman di sala 1520’an de bû Xelîfeyê Osmanî, ev peyman bin pê kir û vê yekê gelek mîrên kurd hêrs kir û kir ku tev li şahê Îranê yê Sefewî bibin.

Her cara ku şer bûye metirsiyek li ser Împaratoriya Osmanî, siltanan serî li xapandin û xelitandina mîrên kurdan daye, di şerên bi Memlûkên Sûriye û Misrê re jî bi mîrên kurdan re peyman îmze kirine. Aşkera ye ku bandora fanatîkî ya Îslamî, li ser mîrekên kurdan pir bandor kiriye û asta zanebûnê jî kêm bûye. Ji ber wê di derfetekî herî biçûk de siltanê tirkan li gorî berjewendiyên xwe ev bi kar anîne. Ev tişt ji dîrokê heta îro wekî werîsekî di nav mîr û desthilatdarên kurdan de mîrate maye. Ji ber wê heta niha kurdan nekarîne statuyekî serbixwe ya Kurdistanê ava bikin.

Dagirkeriya tirkan ne tenê ji bo dagirkeriyê bû, her demê nêzîkatiya nijadperestiya tûranî, otorîterîzm û helandina miletên din di nav miletê tirk de hebû. Ji bo vê mebestê ola îslamê bi kar anîne. Çavkaniyên dîrokî baştirîn îspat dikin; ereb, faris, îspanya û îngilîz û çûyîna ewropayiyan a Amerîkayê bandorê li ser hemû neteweyan kiriye. Hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê etnîkî ve li cihên ku wan dagirkirine bandorekek mezin çêkirine. Dagirkeriya tirk wan jî derbas kiriye. Octavio Paz ê ku xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ye di sala 1990’an de di hevpeyvînekê de der barê pirtûka “Goşegiriya Tenêtiyê” de dibêje: “Amerîkî giriîngiyê didin kok û rîşeyê. Ji ber ku gelên wan ên xwecihî bi tevahî hatine wêrankirin, welatê wan li ser bermayiyan hatiye avakirin. Ev jî rê li ber jiholêrabûna şaristaniya berê vekiriye.” Pirtûk hewldaneke ku kûrbûna paşeroja me ji holê rabike, xwestekek ku em bi zelalî rehên kûr û dirêj ên Meksîkayê bibînin.

Mixabin ji bo rewşa niha ya Kurdistanê, bi taybetî li Başûr, serokên kurdan, partî, nivîskarên dîwanxane û hemû dezgehên ragihandinê li hember binpêkirina serwerî û kerameta gel û xaka Kurdistanê bêdeng in. Li hemberî hev jêhatî ne, sivikin û bi bêbextî û derewan dihûnin ku zindanan tijî bikin ji dengên nerazîbûnê. Ligel vê gelên bêkar û birçî bihêlin wê mecbûrî tûravên koçberiyê bikin û di deryayan de bibin hîmê masiyan. Li ser sînoran jî ji ber serma û birçîbûnê hişk bibin û bi vî awayî bibin topên bin piyê cendirmeyên sînorê welatan. Gelo jiyan ewqas e, ji bo silavek germ û destkeftiyekî madî. Yan pile û îmtiyazên hikûmet û partiyan an jî gera li welatekî bi navê Tirkiyeyê ku li ser ax, xwîn û laşê gelek miletên xwecihî yên vî welatî hatiye avakirin mirov ewqasî sernizim, lawaz û tirsonek be? Nexwe em bipirsin, tişta ku jê re tê gotin keramet û şehameta ax û netewe di ku dera vê nêzîkbûnê de ye? Rûmet û berziya mirovan li pêşberî zalim û dagirkeran wê derî lê bigire. Heke wisa bidome wê di çend dehsalên din de Kurdistan jî dê wek Amerîkayê lê were û gelên resen ên herêmê di pota tûraniyan de dê bihelin û ji holê rabin.