spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleyeke filistînî li Efrîna dagirkirî gundekî çê dike

Li gorî nûçeyeke malpera Saziya Çavdêriya Mafê Miorvan a Sûriyeyê (SOHR) hewldanên guhertina demografîk a bajarê Efrînê û gundewarên wê berdeweam dike. Efrîna ku di bin dagirkeriya artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê de ye bênavber guhertina demografîk lê pêk tê. Bi dagirkirina Efrînê re piraniya gelê wê neçar bûn ku ji ber şer terka bajar û gundên xwe bikin. Piştî wê malbatên çekdarên alîgirên artêşa tirk û gelek penaberên ji deverên cuda li Efrînê hatin bicihkirin.

Niha jî ya herî balkêş ew e ku komeleyeke filistînî, Filistîna ku bi salan dike hewar û qîrîn ji ber ku israîlî li erda wan niştecihan ava dikin, niha ew bi xwe li bajarekî kurdan niştecihan ava dikin.

Navê komeleya filistînî (Wefaa el muhsinîn el xeyriye) ango saziya xêrxwaziyê ya dilsoziya bi qencan re. Vê komeleyê di van rojên dawî de projeya xwe ya avakirina niştecihekî li Efrînê bidawî kiriye. Ew niştecihên ku ava kirine li nêzî gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ye.

Li gorî agahiyên çavdêrên SOHR’ê ew proje ji 250 malan pêk tê, her wiha dibistan, camî û hin dikanên bazirganiyê jî lê hene. Li gorî heman çavkaniyê heta niha 34 ji wan malan teslîmî penaberên sûrî û filistînî hatine kirin. Her wiha di berdewamiya vê projeya guhertina demografîk de ya ku Umanê jî piştgiriya wê dike dê 80 sîteyên din jî werin avakirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê