27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Etiyopyayê çi diqewime?

Di raporên navneteweyî de behsa binpêkirin û sûcên artêşa Etiyopyayê yên li herêma Tîgrayê hatin kirin û UNICEF’ê hêzên hikumetê bi hedefkirina zarokan tawanbar kirin.

Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) roja şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafiran artêşa Etiyopyayê roja înê li herêma Tîgrayê li maleke zarokan xist û di encamê de gelek zarok hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Rayedarên Addîs Ababa ew tewanbarî red kirin û gotin ku ku ew tenê ”cihên leşkerî” bombebaran dikin. Hikûmeta Etiyopyayê û serhildêrên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê li ser ji nû ve destpêkirina şer li ser sînorê başûrê rojhilatê herêmê, hev tewanbar dikin.

Hin pispor û çavdêran geşedanên dawî yên li Etiyopyayê ji ANHA’yê re nirxandin.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Etiyopyayê Enwer Îbrahîm got piştî agirbesta 5 mehan, careke din şer li welat dest pê kir.

Enwer Îbrahîm got: “Mijarê bi kûrkirina şerê ragihandinê dest pê kir. Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê roja çarşema borî daxuyaniyek da, tê de hikumet bi pêkanîna operasyonên leşkerî li bajarên li başûrê herêmê tawanbar kir. Piştre hikumetê Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê bi pêkanîna êrişê li ser artêşa Etiyopyayê tawanbar kir. Rewş gihaşt asta ku balafirên Etiyopyayê bajarê Mexlî yê herêma Tîgrayê bombebaran bikin û di encemê de gelek welatî hatin qetilkirin.”

Îbrahîm vegera aloziyê spart binkeftina xebatên navneteweyî ku nekarî her du aliyan neçarî diyalogan bikin û bêcidiyeta gelek navbeynkaran.

‘Xetere ji bo Etyopyayê heye’

Pispora kar û barên Afrîkayê Dr. Ferîda El Benderî jî got di Mijdara 2020’an de, herêma Tîgray ya Etiyopyayê bûye şahidê şerekî bixwîn û anî ziman ku aloziya herêmê di demekê de ku hemû cîhan bi encamên Covid-19 û şerê Rûsya û Ukraynayê mijûl e, dewam dike.

Ferîda El Benderî ku cîgira rêveberê Navenda Iraqî-Afrîkî ya Lêkolînên Stratejîk e, da zanîn ku piştî agirbesteke ku zêdetirî 4 mehan dom kir, şerê di navbera artêşa Etiyopyayê û Eniya Tîgrayê de careke din dest pê kir û her du alî hev tawanbar dikin, lê vê carê qada şer fireh bû û herêmên Efer û Emhera jî dan ber xwe.

Dr. Ferîda El Benderî destnîşan kir ku sedema berfirehbûna qada şer, jinûve destpêkirina wê ye û wiha domand: “Hin çavkanî dibînin ku Eniya Tîgrayê derbasî hin herêmên Emhra û hin herêmên çiyayî bû û hikumet, enî bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir ku ji Adara borî ve hate ragihandin û got, wê li hemberî hedefên leşkerî yên li Tîgrayayê tedbîran bigire.”

Li gorî pispora kar û barên Afrîkayê, serokwezîrê Etiyopyayê, Abî Ehmed, li hincetên operasyona xwe ya li dijî herêma serhildêr a Tîgray digere. Her wiha got, tunebûna nêrîneke hevpar ji bo çawaniya jinûve sazkirina dewleta Etiyopyayê tê wateya ku pêşeroja Etiyopyayê di xeterê de ye.

Dr. Ferîda El Benderî destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya dewleta Etiyopyayê encamên lawazbûna hikumeta navendî ya bi serokatiya Abî Ehmed e ku heta niha nikarî rewşê kontrol bike û tevahî hêzên parçkirî yên li welat bihewîne. Ferîda El Benderî da zanîn ku ji Tîgray zêdetir tevgerên din ên îsyançî hene û hişyarî da ku ”aloziya etnîkî û herêmî zêdetir bibe, xîtaba nefretê di navbera  hemû aliyan de belav bibe wê bi teqez welat ber bi şerekî navxweyî ve bibe.”

Hilweşandina rejîmê

Lêkolînerê kar û barên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zuhdî jî got vegera şer li Etiyopyayê dihat çaverêkirin û îşaret bi vê yekê kir ku bidawîanîna nakokiyên Eniya Rizgariya Tîgrayê û hevalbendiya bi neteweyên din û eniyên li dijî hikûmeta navendî û rejîma Abî Ehmed ne mantiqî ye.

Zuhdî wiha axivî: “Mayîna Abî Ehmed li ser desthilatê bi rêya hilbijartinan bi rewabûneke kêm hat û tu carî baweriya aliyên navneteweyî û herêmî wernegirt  û nûneratiya deng û raya gelê Etiyopyayê nekir.”

Ramî Zuhdî diyar kir ku vekişîna çekdarên Tîgrayê ji sînorên paytexta Etiyopyayê di dawiya sala borî de, piştî ku rejîm hilweşand û ji sê aliyan ve li ser Addîs Ababayê kontrol kir, mijareke nêzîk bû û wiha domand: “Wê demê piştî ku alîgirên rejîmê, bi kêmanî Abî Ehmed destwerdan kir, guhertineke statejîk rû da. Bi alîkariya van aliyan nakokiyên meydanî çareser bûn. Lê bi desteka aliyên din pirsgirêka siyasî çareser nebû. Hewldanên diyalogên siyasî û civakî bê encam bûn. Qada aborî jî gelek paş ket, sedema vê yekê; birêvebirina nebaş a rejîma niha ya Etiyopyayê, ya duyem ji ber nakokiyên herêmî ye, ku bêyî sedemên mentiqî Etiyopyayê xistin nav nakokiyên dewletên cîranê da ku wê ji hundir ve kontrol bikin. Sedema sêyemîn a hilweşandina rewşa aborî bandorên aloziya Koronayê ye.”

Zuhdî diyar kir ku sedema berdewama şer li Etiyopyayê berdewama siyasetên hişk a hikumeta Abî ye ku kiryarên dûrxistina siyasî, civakî û aborî li dijî neteweyan, di nav de ya sereke Tîgray ye pêk tîne ku hemwextê wê rewşa aborî, mirovî, ewlehiya xurekê û enerjiyê gelekî paş ketine.

Ramî Zuhdî diyar kir ku projeya Bendava Nehdayê ku heta niha 3 qadên dema ragihandî ya ji bo derxistina kehrebeyê, derbas kir û hîna jî çareser nebûye, sedema aloziyê li Etiyopyayê ye û got: “Berdewma rejîma serdest bi vî rengî û bi vî rewşê wê dirêj neke, ji ber ku çarçoeya şer û parçebûna di civaka Etiyopyayê her ku diçe zêdetir dibe.”