10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstika bi telefonê bû sedema mirina zarokekî din

Li gorî nûçeyeke malpera Sky Newsê zarokekî ji Iglilîstanê  li ser malpera dijital a Tik Tokê bi hevalekî xwe re dikeve nava pêşbaziyekê. Pêşbaziya ku kî bêtir dikare nefesa xwe bigire heta ku ji hişê xwe biçe.

Ciwanê bi navê Archie Battersby yê 14 salî di 20’ê tebaxa 2022’an de bi hevalekî xwe re li ser Tik Tokê lîstika nefesgirtinê dilîzin. Di encama vê lîstika taluke de zarokê bi navê Archie Battersby demeke dirêj nefesa xwe digire û ji hişê xwe diçe. Malbata Archie Battersby wî dibin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan Archie Battersby jiyana xwe ji dest dide.

Beriya niha jî li Skotlandayê zarokê bi navê Leon Brown yê 14 salî  ji ber heman lîstikê jiyana xwe ji dest dabû. Lewre dayika wî Lauren Keating hevalên wî hişyar kiribûn û ji wan re gotibû ev lîstik bûye sedema mirina kurê wê û divê ew bi vê lîstikê nelîzin.  Dayika Leon Brown axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Dema ku bi rengekî zindî Leon Brown li ber çavên hevalê xwe ji hiş çûye û jiyana xwe ji dest daye ji hevalên wî werê ku ew henekan dike.”

Meseleya zarokan û bikaranîna telefonên destan bûye wekî nexweşiyekê û li hemû cîhanê belav bûye. Zarok li şûna ku wekî demên berê li kolanê bi zarokên hevalên xwe re bilîzin, her zarokek telefona destan ya dê an jî bavê wan di destê wan de ye û rojê bi kêmanî çend seatan pê dilîzin.

Gelek caran zarok bi wan telefonan bi lîstikên gelekî xirab dilîzin û di encamê de bandoreke gelekî xirab li ser wan zarokan dibe.

Mixabin ev jî yek ji nexweşiyên ku teknelojiyayî pêşketî bi xwe re aniye û em derbasî kîjan malê bibin em dibînin ku telefonên dê û bavan di destê zarokên wan de ye. Dê û bav ji bo demekeê serê xwe ji xirecira zarokên xwe rihet bikin telefonên xwe didin destên wan lê kesek bala xwe nade talûkeyên mezin ên ku ev yek bi xwe re tîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê