6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê banga aştiyek mayînde hat kirin

468 Sazî û sendîkayên civakî, Rêxistinên Kêd û Pîşeyî, tekildarî 1’e Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê bi dirûşmeya “Berî Her Tiştî Aştî” li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek hevpar dan. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyad Ceylan, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û endam û rêveberên HDP’ê yên Amedê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Berî Her Tiştî Aştî” dinivisî hilgirtin. Daxuyaniya kurdî ji aliye hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) Sorgul Aytek Avşar ya tirkî jî ji aliye serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Di daxuyaniya de bal kişandin ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha hat gotin: “Divê em bi israr li ser aştiya ku hemû aliyê civakê daxwaz dikin bipeyîvin. Neçareserkirina pirsgireka kurd didome û astengiyên pêşiya aştiyê hen. Em sedema pirsgirêkên wekî hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê yên ku di welat de tên jiyîn pir baş dizanin ku ev encama israra neçareserkirina mijara kurdan e. Ev israr di Tirkiyeyê de di mijara azadî û mafên bingehîn de nikare bibe bersiva daxwazên civakê û bi polîtikayên ji çareseriya demokratîk dûrtir hişmendiya xwe didomîne. Bi şer re zêdebûna tundî û cihêkariyê pirsgirêkên girantir diafirînin. Polîtîkayên neçareserkirinê çawa bû sedema windakirina gelek kesan. Ev tişt bûn sedem ku welat ji hiqûq, demokrasî û ji mafên mirovan dûr bikeve û bûn sedema pirsgirêkên aborî yên giran.Tirkiye di rêza demokrasiyê de di nav welatên dinyayê de di rêza herî dawî de cih digire.”

Pirsgirêka kurd bi demokrasiyê çareser dibe

Di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kirin ku israrkirina şerê çekdarî nagihejê encamê û ev tiş gotin: “Divê hişmendiya ku nikarê mijarê di nav mafên siyasî û civakî de binirxîne bê guhertin Pirsgireka kurd tenê bi rêya demokrasiye çareser dibe. Ji bo qadek bê pevçûn ava bibe em hemû kesan vedixwînin berpirsiyariyên xwe yên siyasî û civakî ku bi cih bînin. Em wek sazî û sendikayên sivîl careke din bi bîr dixin ku divê rojeva Tirkiyeyê aştî be. Bila demildest dev ji çek û pevçûnan were berdan.”

Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê