18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçberiya demsalî

Di vê nivîsê de em ê behsa kedkarên demsalî, şert û mercên tê de dijîn û herî zêde jî çûyîna wan a ber destê faşîst û nijadperstan bikin.

Ez dibêjim em ji kîjan kedkarî bipirsin dê bibêje ji neçarî û feqîrî em ji welatê xwe Kurdistanê diçin bajarên biyanî. Rawestgeha kedkarên demsalî yên kurd jî bi piranî Ege, Behra Spî û Deryaya Reş in. Hema kêm kes bala xwe dide bingeha vê meseleyê. Polîtîkayeke şerê taybet a dewletê ew e ku gelê kurd û Kurdistanê bi feqîrî û xizaniyê terbiye dike. Av û ceryanê li ser cotkaran dibire yan jî buha dike. Ax û warên Kurdistan û Tirkiyeyê difroşe biyaniyan û kesên li van welatan dijîn dixe şûna xulamên warê xwe. Xelk ji ax û warên xwezaya ku jixwe ya wî/wê û wan e bêpar dimîne. Dewleta kapîtalîst wan cih, dever û erdan weke malê firotinê difroşe kesan. Gelên bindest mecbûrî xwe dike û ew gelê xwe yê ku bi zihniyeta xwe ya faşîst perwerde kiriye jî dike amûra armancên xwe.

Her sal ji Mêrdîn, Riha, Amed û Botanê diçe bajarên weke Îzmîr, Bûrsa, Ordû û hwd. Car caran di wan rêyan de qezayên trafîkê çêdibin û canê xwe ji dest didin. Gelek caran bi êrîşên faşîstan re rû bi rû mane û hatine qetilkirin.

Di meha gulanê de dest bi vê koça dilêş dikin, heta meha mijdarê didome. Gelek kes bi malbatî û bi zarokên xwe yên hûr û xwendevan dikevin ser vê rêya kambax û dilşewat. Jiyan ji bo wan pir dijwar e. Helbet ji bo zarokên biçûk û bêparastin ên di bin wê germê de dixebitin, dijwartir e.

Beriya ku dibistan têkevin betlanê ji dibistanê derdikevin û piştî ku dibistan vedibin diçin dibistanê. Jixwe dayik/jin dîsa di rola aşpêjî û xizmeta malbat û mêr de ne, heta ji zarok û ciwanên ku li wî cihî nas dikin jî sermiyantî û dayiktiyê dikin. Ev jî ji rehma dilê jinê û ji ruhê komunalwarî ya xwezayiya wê tê. Malbatên ku diçin welatê xerîbistanê salê 6 mehan dixebitin û bi heqdestên xwe encax din dikarin 6 mehan debara xwe bikin. Xwediyê erdan(kardêr)ji bo cihê ku karker lê bimînin an wan di xaniyên xerabe de yan axurê ji bo ajalan hinekî paqijkirî de yan jî di bin konan de bi cih dikin. Her wiha li van cih û waran pirsgirêka ava vexwarinê pir zêde tê jiyîn.

Kardêrên faşîst jixwe yên herî xerab in; devgenî, qebe, bêfikar, tekparêz, egoîst û qure ne. Gelê serdest herdem gelên din weke xulamên xwe dibînin û û bi vê ferasetê nêzîkî karkeran dibin.. Dîsa jî em baş dizanin ku ya vê rewşê ava dike netew-dewlet e, dewlemendên van dewletan jî prototîpên ku avê dikşînin van saziyan ne.

Roja van kedkaran a rojane 130- 150 TL’ye, lê ji %10’ê vî pereyî her roj dikeve destên kesên ku ji wan re dibêjin ‘’dayibaşi, us, elçî’’; ev kes jî yên ku van kedkaran ji kardêr re dibînin. Jixwe îstîsmar û tacîzên ji destên kardêr an jî “dayibaşiyan” derketine holê mijareke ku divê mirov berfireh bigire dest e.  Bala xwe bidinê jixwe kesên serdest (tirk) qîma xwe teqez bi karên wiha naynin.

Naxwe wexta hal û hewal ev be em bindest (kurd) çima qîma xwe bi karên xelkê tînin, ma qey ne xezeb e? Kes ji birçîna li Kurdistanê nemiriye û namire jî. Di be ku ev gotin gelekî klasik ji xwendevanan re bê, lê ji ber ku hîn jî ew ruhê komunal bi vê civaka qedîm re heye em wiha dibêjin. A din Kurdistan welatekî bi xêr û ber e, divê em bi ruhekî kolektîf û komunal xwedî li welatê xwe derkevin. Mirov dikare di mijarên debar û aboriya civakî de çi bike?

Helbet divê em bi afirîneriya xwe karibin jiyana komunal di her qada jiyanê de saz bikin ku em herdem  behsa birêxistinkirina wê dikin. Em dikarin kooperatîfên xwe kolan bi kolan ava bikin. Ev jî li gorî şert merc û xwestekên demê û kolanên em lê dimînin. Bawer bikin wê demê em ê mûxtacî kevirekî serdestan jî nebin. Dema em van pêk bînin em ê her roj zilma kardêrên faşîst, tekparêz ên ku hovîtiyê li hemwelatî û nîjada me dikin jî nebînin. Serê ewil divê mirov ji wê derûniya bindestiyê derkeve û wê hêzê hem bide xwe hem jî derdora xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê