8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê samî

Gelên niştecih -indigenious- ên deverên cihê yên dinyayê ji gelek hêlan ve xwedî xasyetên hevpar in. Ne tenê peywendiyên wan ên bi xwezayê re rengê hev didin, lê bi heman awayî avaniya wan a civakî û têkiliya wan a bi mêtingeran re û encamên wan têkiliyan jî dişibin hev. Rewşa civakî û dîrokî ya hemû gelên niştecih wek hev nîne bêguman, hin ji wan gelan timî li gor pîvanên siyasî yên mêtingerên xwe û bi awayekî jî li gor kevneşopiyên xwe yên civakî jiyîne û hinekên din jî di demên cuda yên dîrokî de bûne desthildarên axa xwe û yekser wek niştecih jî nemane. Rewşa yekem bêtir li ya gelê samî digunce û ya duyem jî kêm zêde li rastiya kurdan tê.

Gelê samî nişteciyên bakurê Ewropayê, li welatê xwe seranser digerin her ku didin pey xezalên xwe yên gerok. Welatê wan di nav sînorê çar dewletan de, Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsya, parçe bûye lê qet nebe mafê wan ê hatin û çûna serbest a di ser sînoran re heye. Balkêş e, ew mirovên ku hejmara wan bi qasî 100 hezar mirov li ser erdekî berfireh dijîn lê ji hêla qanûnî ve mafê wan ê milkiyeta misqalek erd jî tune. Parlamentoyeke wan heye lê ji bilî mijarên negirîng nikare biryarên sereke bigire.

Dîroka samiyan ji bo me kurdan tijî bûyerên binas in. Swêdiyan hewl dane wan asîmîle bikin, bi şêwazên nîjadperestî mezinahiya serê wan pîvane. Navê Lapon ê biçûkdîtinê li wan kirine bi feraseteke nebaş. Dibistanên şevînî vekirine da ku zimanê wan, çanda wan bi wan bidin jibîrkirin. Dest danîne ser hebûnên wan ên sererd û binerdê. Dînê wan guherandine bi darê zorê, şamanên wan kom kirine û ew dane sondê da ku dev ji dînê xwe berdin. Heta şamanek berxwedêr jî şewitandine li heyamên tarî yên serdemên navîn.

Heft zimanên samiyan hene û wan ew li ser herêmên bakur, başûr û rojava, dabeş kirine û li gor xwe her yekê wek zimanekî serbixwe dihesibînin. Li hember angaşt û israrên zimanzan û çandnasên biyanî jî gavekê bi paş de navêjin ên ku dibêjin ew ne ziman in, bes zarava ne. Xuya ye ku ferqên mezin ên navbera zimanên samiyan ên wek Inari, Skolt û samiya Bakur bûye bingeha fikra wan a zimanê serbixwe. Li ba wan jî, her wekî li ba me, timî niqaşên rastnivîsê yên dûr û dirêj û bi kelecan çêdibin.

Hafizeya wan a civakî bi têra xwe zindî ye û tişta balkêş ew e ku pir kêm tê de bûyer û karesatên têkildarî serhildan û tekoşîna li hember mêtingeran cih digirin. Behsa bûyereke serhildanekê dikin ku di bîra kal û pîran de ne wek bûyerekî dîrokî lê wek tiştekî mîtîk maye û nebûye bûyereke sembolîk ku nasname û hebûna xwe pê rave bikin. Car caran jî berxwedanên pasîf ên li dijî pîlansaziyên kangeriyê wek mînakên dijderketinê dest nîşan dikin û ew cure prostesto îro jî bi awayên xwepêşandanên nû yên li hember cihguhestina bajaran a bi zorê berdewam dikin.

Gelê samî ji hêla berhemên wêjeya gelerî ve jî dewlemend in. Beriya her tiştî divê mirov navê kilamên wan bîne ku ew jê re dibejin yoik. Yoik ji aliyê teşeyê gotinê û naverokê ve rengê kilamên me yên dengbêjiyê bide jî, cudatiyên herduyan ên berbiçav hene.

Yoik dengên xwezayê yên cur bi cur dihewînin û mijarên wan jî piranî têkildarî xwezayê ne, lê bûyerên civakî jî dibe bandorê li ser yoikbêj çêbikin û ew jî gavişkî dest bi yoikekê bikin. Yoikbêj dema ku dikeve bin bandora hesteke kûr an jî fikrek jê re çêdibe, dest bi yoikekê dike û bi strandinê re jî xwe dixe şûna vê tiştê, an ku yoikbêj dikeve dilqê mijara xwe û distrê ne ku rasterast qala vê tiştê dike. Hem bi hest û fikrên tê de û hem jî bi estetîka xwe ya awazdanê yoik parçeyeke giring ê çand û nasnameya samiyan e.

Mînakên berhemên gelerî di wêjeya samiyan de zêde zêde peyda dibin û di nav wan de jî mît balê dikişînin ser xwe. Roj, bi zimanê samîkî Beaivi, wek hêza sereke di navendê de ye û li gor baweriya gelêrî Beaivi parastvan û dilovanê gelê samî ye.

Ji ber vê ye ku wêneya rojê tam li nîveka dahola şaman e, lewre şaman bi lêxistina daholê û bi dengên ku olan didin peyaman ji rojê werdigire û radigihîne gel. Her çiqas roja îro êdî samiyan bi piranî bawerî bi dînê xirîstiyaniyê anîbin jî, mîtên aîdî serdemên paganîzmê hîn jî li ba wan zindî ne. Yezdan û afirîdeyên wan ên sererdê, binerdê û jorerdê dibin besta wan a hunerî û wek berhemên nûjen ji nû ve tên pêşkêşkirin.

Çîroka Şaman û Diz yek ji wan berhemên gelêrî ye ku hêjayî lêkolînê ye. Di vê çîrokê de Şaman wek temsîldarê çand û nasnameya gelê samî û Diz jî wek mêtinger xuya dibin û dikevin nav niqaşeke balkêş û watedar.

Rengê ku samî bi şêweyê jiyana xwe hebûna xwe ya wek gel dupat dikin ku îro jî piyeke wan li bajaran û piyeke wan jî li deşt û çiyan e û têkiliya wan a bi xwezayê re wek xwe maye. Bi çiyayên xwe yên pîroz serbilind in. Xezalan xwedî dikin, her wekî gelê kurd  ew jî pez xwedî dikin. Serî ta pêpikên wan dixwin, wek me hûr û roviyan jî, kezeb û gurçikan jî dikin xwarin.

Lê ew xwîna xezalan badilhewa narijînin, ji wê xwînê kufteyên tamxweş çêdikin.