26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

48 sal in Nûrî Dêrsimî bi navê xwe dijî

Li ser vê rêya dijwar

Min jî kire pir hewar

Da ji bo we jî rojekê

Dinya bibe gulbahar

Nûrî Dêrsimî ku bi vê çarika xwe û pêşengiya xwe tê nasîn 48 sal berê xatir xwest. Lê nav û dengê wî hêj di nava civaka kurd de hêj zindî û geş e.

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1894’an de li gundê Axzûnîk ê girêdayî Dêrsimê ji dayik bû. Bavê wî Îbrahîm e û dayîka wî Zelîxa ye. Girêdayî eşîra Miliyan e. Dêrsimî ji ciwantiya xwe ve beşdarî nava kar û xebatên siyasî bû û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê li rex hin hevrêyên xwe yên dibistana amadeyî ava kir. Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1973’yan de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û di sala 1994’an de jî hevjîna wî Ferîde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li Goristana Henan a navçeya Şera spartibûn axê. Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 40’î de ji ber polîtîkayên hikumeta Tirkiyeyê neçar mabû ji Tirkiyeyê koçber bibe û li bajarê Helebê bi cih dibe. Lê dema jiyana xwe ji dest da û li Efrînê spartin axê ew di gora wî de jî rehet bernedan.

Endamên DAIŞ’ê li Goristana Henan a navçeya Şera ya Efrînê gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz ji hestiyên wan vala kirin.

Yek ji kevntirîn goristanên li herêma Efrînê Goristana Henan e û li vir gelek kesayetên welatparêz, bawermend û kesayetên dîrokî yên kurd hatine definkirin.