19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser on linê aqûbeta Îsmaîl Şahîn pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li ser on linê çalakî li dar xist û aqûbeta Îsmaîl Şahînê ku 27 sal in serwinda ye pirsî.

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê pêk anî. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin dîtin û cezakirin di hefteya 930’yemîn de çalakiya xwe heftane online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn (36) ê li Şaredariya Beyoglûyê wek karkerê paqijiyê dixebitî û 27 sal berê hat windakirin, pirsîn û pêvajoya windakirina wî hat parvekirin. Metna daxuyaniyê xwarziya Hasan Ocak ê windakirî, Dilcan Acer xwend.

Tirsiyane ku biaxifin

Acer da zanîn ku ew di şexsê Îsmaîl Şahîn de ji bo hemû windakiriyan edaletê dixwazin û behsa serpêhatiya windakirina Şahîn kir. Acer bi bîr xist ku Şahîn endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî (Genel Îş) a girêdayî DÎSK’ê bûye û herî dawî hevalên wî serê sibeha 17’ê çile ew li Cadeya Îstîklalê dîtine. Acer diyar kir ku Îsmaîl Şahîn ji wê rojê ve hatiye windakirin û got: “Piştî bûyerê malbata Şahîn gotiye ku hevalên Şahîn ên kar her tim digiriyan, agahiyên binakokî didan û tirsiyan e ku biaxivin.”

Acer anî ziman ku Şahîn di saeta kar de hatiye windakirin, malbata wî serî li Şaredariya Beyoglûyê daye û wiha got: “Malbatê serlêdana windakirinê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglû kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku aqûbeta Şahîn bê lêpêrsîn.”