6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di kongreya Navçeya Navendê ya HDP’a Şirnexê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: “Em ê diwarê Îmraliyê bişikînin û tecrîda li ser gelê xwe rakin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Navendî ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê yê çareserî em in” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên bajêr Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê, Aktivîstên TJA’yê, Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongreya ku li eywana konferansê ya HDP’ê hate lidarxistin bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Jin wê bibin çirûska azadiyê

Pişt re Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag axivî. Akdagê, destnîşan kir ku seranserî cîhanê têkoşina jinan tê dayin û wiha got: “Ev sedsala dê bibe sedsala jinan. Çawa ku heta niha jinên Botanê li ber xwe dane dê di vê pêvajoyê de jî pêşengiyê bikin û di van rojên tarî de dê bibin çîrûska azadiyê.”

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdûlah Gungen jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û got: “Li aliyekî tecrîd her ku diçe zêde dibe û li aliyê din jî li zindanan gef  û zext hene. Lê li dijî van êrîşan jî em li ber xwe didin. Ev pêvajoya hebûn û nebûnê ye. Em ê xebatên xwe di her şert û mercan de bidomînin. Em hêvî dikin ku ev kongre dê bibe kongreya aşitî û azadiyê.”

Plana Srîlankayê têk çû

Piştre parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, axivî. Ozguneş ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan, destnîşan kir ku tecrîd encax bi têkoşineke hevpar dikare bê şikandin û wiha axivî: “Weke ku hûn dizanin bi salan e li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ji bo ku ev tecrîte bê şikandin parlementerên me li ber avahiya parlementoyê di çalakiyê de ne. Tişta ku em ji gelê xwe dixwazin xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Bila gelê me bi moral be em ê diwarê Îmraliyê bişikînin. Em ê tecrîda li ser gelê xwe rakin.” Ozguneş, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev 6-7 sal in faşîzma AKP’ê û MHP’ê planeke nexêrxwaz dabûn pêşiya xwe. Ev plan plana Srîlankayê bû. Ji Ewropa heta başûrê Kurdistanê, heta Rojava û tevahiya Kurdistanê dabûn destpêkirin ku gelê me biperçiqîne. Çawa ku digotin Donkişot mirovekî dîn bû êrîşî diwaran dikir. Îro hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ew diwar derbas nekiriye û li çiyayên Kurdistanê têk çûye. Divê ku ev ji me re bibe moral.”