18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevpeymaniya Jinan encamnameya civîna xwe aşkera kir

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê wê ji bo Kurdistanek pêşkeftî ku wekheviya zayendî tê de pêk were xebatê bike

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bi civînek çapemeniyê encamnameya civîna xwe aşkera kir û bernameya kar û xebatên xwe ya sala 2023’yan diyar kir. Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê wê ji bo Kurdistanek pêşkeftî ku wekheviya zayendî tê de pêk were xebatê bike.

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê ku ji gelek rêxistinên jinan, aktîvîst û akademîsyonên jin pêk tê, îro li bajarê Silêmaniyê encamnameya civîna xwe ya dawî ya 21-22’yê Kanûna 2022’yan bi civînek çapemeniyê aşkera kir. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku di civînê de rewşa niha ya jinan, derfet û astengiyên li pêşiya tevgerên jinan ên li Kurdistanê nîqaş kirine.

Her wiha di civînê de li gorî nîqaşan bermane û plansaziya sala 2023’yan hatiye diyarkirin. Li gorî encamaneyê, wê karê wan ên berê yên li ser hîmê biryar û peymanameyên cîhanê, bi taybet peymana Sîda ku taybet ji bo dawîlêanîna hemû cûrê cûdakariya û şîdeta li hemberî jinane ku di sala 1979’an de ji aliyê Meclîsa Giştî ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pêşkêşkirin û di sala 1981’an de ketiye meryetê bên meşandin.

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê teqezî li ser Kurdistanek pêşkeftî, demokratîk û medenî dike ku têde wekheviya zayendî hebe û mafên hemû ferdên civakê paristî be.

Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Meclîsa Bilind a Jinan û aliyên peywendîdar kir ku berdewam piştgirî û hevkariya Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bikin, heta ku bikare bihevre kar û xizmeta zêdetir û bi bandortir pêşkêş bikin û saziyên taybet ên ji bo pêşkeftina jinan bihêztir bikin.

Di dawiya sala 2021’an de li Hewlêrê, Rêxistina ‘Em ji bo pêşkeftina jinan hene’ bi hevkariya Rêxisitna Norvêçî ya (NPA) û Meclîsa Bilind a Jinan Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê hate avakirin.