4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê hucreyê li nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren birîn

Hate hînbûn ku ji ber nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren lêgerîna tazî qebûl nekiriye 3 rojan cezayê hucreyê lê hatiye birîn. 

Hate hînbûn ku li nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, 3 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Ren a ku di 25’ê cotmeha 2022’yan de bi hinceta ku cezayê wê yê pejirandî hebûye hate girtin, dema ku gardiyanan ew birin girtîgehê hewldana wan a lêgerîna tazî qebûl nekiribû, ji hêla 5 gardiyanan ve hatibû derbkirin. Hate hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna dîsîplînê ya hatiye destpêkirin de ji Ren a lêgerîna tazî qebûl nekiriye re 3 rojan cezayê hucreyê hatiye dayîn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gardiyan her tim bi ser qawişa ku Ren û girtiyên din lê dimînin de digirin û tiştên wan ên şexsî desteser dikin.