18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev jî sextekariya Îyî Partiyê ye

Îyî Partiyê jî rêbaza AKP’ê bi kar anî û di bin navê ‘alîkariya xwarinê’ê de nasnameyên şêniyên Sîlopiyayê girtin û weke endamên xwe qeyd kirin.

Li taxên Karşiyaka û Şehîd Harûn ên navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, Partiya ÎYÎ’yê li ser navê “maseya şeşalî” ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, DEVA, Partiya Saadet, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokratê pêk tê, di bin navê “alikariya xurekan” de heta niha fotokopiyên bi sedan jinan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiya Îyî. Hin malbatên ku di sepana “e-devlet”ê de bi vê yekê hesiyan, çûn avahiya partiyê û bertek nîşanî vê yekê dan û endamtî betal kirin. Li navçeyê ev kirinên Partiya ÎYÎ’yê didomin.

Bi navê alîkariyê endamtî

Ji jinên ji Taxa Karşiyakayê ku bêyî wan ew kirine endamên partiya Îyî Guler Başakê diyar kir ku bi dehan jin di bin navê alîkariyê de kirine endamên xwe û wiha got: “Hatin vir û ji me re gotin, ‘fotokopiya nasnameyên xwe bidin me, em ê alîkariya we bikin.’ Min got xelkê me ye û baweriya min pê hat. Ez çûm min fotokopiyeke nasnameya xwe anî û dayê. Piştî çûyîna wî, çend kesên li taxa me ji me re gotin ku ew bi vê yekê kesan dikin endamên partiya xwe. Gotin ew ne ji partiya me ne. Piştî ku ez pê hesiyam, min zarokên xwe şandin. Beyî ku min bikin endamên partiya xwe min fotokopiya nasnameya xwe anî. Piştre dilê min rihet bû. Dema hatin ji me re negotin ji kîjan partiyê hatine, tenê gotin 6 partî di vê xebatê de hene. Ji me re got, ‘ferq nake, em hemû weke hev in, em nikarin partiya di hundirê we de derxin.’ Ew dizanin ku em çi qasî mexdûr bûne, ji ber vê yekê ew bi zanebûn hatin.”

Gelek kes kirine endam

Başakê anî ziman ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku me bi kar bînin. Heman tişt ji gelek jinên taxê re gotine û fotokopiyên nasnameyên wan ji wan stendine. Kesên hay ji vê çêbûn, paşê çûn û fotokopiya nasnameya xwe anîn. Ew li tevahiya bajêr digerin. Ji me re gotin ku ji bo alîkariyê li her derê Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopiyayê geriyane. Bi me re lîstikan nelîzin. Divê kes berbayê van lîstikan nekeve. Divê gel hişyar be. Dengê me jî û partiya me jî zelal e. Ew nikarin me bixapînin. Ma em dîn in ku em berbayê vê lîstikê bikevin.”