4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên navnetewî li dijî Îranê zêde dibin

Piştî ku parlementoya Ewropayê biryarek ji bo piştgirîkirina serhildana gelên Îranê qebûl kir û ‘Pasdarên Şoreşa Îranê’ weke rêxistineke terorîst bi nav kir, rejîma Îranê jî bi bertekên dijber gef li Rojava xwar

Rejîma Îranê biyara zêdekirina Pasdarên Îranê li lîsteya terorê bi gef û bertekên li dijî welatên Ewropayê bersivand. Piştî ku parlementoya Ewropayê biryarek ji bo piştgirîkirina serhildana gelên Îranê qebûl kir û ‘Pasdarên Şoreşa Îranê’ weke rêxistineke terorîst bi nav kir, rejîma Îranê jî bi bertekên dijber gef li Rojava xwar.

Sarah Henson Young, endama Senatoya Awustralya ji Îran International re got: “Em dizanin ku civaka Îranî li Australya dixwaze Pasdaran wek rêxistineke terorîst bi nav bike, ji ber ku pêwîstiya me bi karên zêdetir heye, em gelek amade ne ku li ser vê mijarê bi hikûmet û parlamentoyê re gotûbêj bikin.”

Evîn Incîr, nûnera Swêdê li parlementoya Ewropayê, li ser îhtîmala xistina Pasdarên Inqilaba Îranê di lîsteya terorîstên Yekîtiya Ewropayê de got: “Dîrokê nîşan daye ku her dema ku nûnerên parlementoya Ewropayê bi yek dengî biryar bidin, kes nikare daxwazên parlementoyê paşguh bike.”

Her ku diçe daxwazên piştgiriya xwepêşandêrên serhildana gelên Îranê zêde dibin. Kovara Wired di raporekê de bal kişandiye ser vê mijarê û gotiye ku hin komên mafên mirovan, nûnerên Kongreya Amerîkayê û karmendên Google û Microsoftê ji asta piştevaniya xwepêşandêrên Îranê nerazî ne.

Li gor vê raporê, pisporên îranî yên Google û Microsoftê bal kişandine ser çawaniya piştgiriya van kompaniyan ji Ukraynayê re û teqez kirine ku şirketên mezin ên teknolojiyê dikarin tedbîrên zêdetir ji bo piştevaniya xwepêşandêrên Îranê bigirin.

Li aliyê din saziyeke girêdayî rejîma Îranê careke din rastî êrîşa sîber hat. Û girûpa hakerî ya “Black Royward” ragehand ku malpera “Zanîngeha Îmam Sadiq” hak kiriye û kariye bigehe belge û zanyariyên vê zanîngehê.

Gef li Welatên Ewropayê xwarin

Lê Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî xwepêşandanên çar mehên borî weke encama “jiyaneke şaş” bi nav kir û got ku rola malbatê di jiyana hin xwepêşandêran de “kêm bûye û wan xwe serbixwe dihesibînin”.

Endamê Dîwana Serokatiya Parlamentoyê Elî Riza Selîmî jî ragihand ku dê roja yekşemê Parlamento bi amadebûna fermandarê pasdarên şoreşê û wezîrê karên derve civîneke girtî lidar bixe û bersiva ji bo helwesta welatên Ewropayê a li dijî pasdaran  binirxîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan jî di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Swêdê, pesendkirina biryarnameya Parlamentoya Ewropayê ya der barê Pasdarên Şoreşê de weke karekî saboteker nirxand û got: Pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du welatan de, destûr nadin ku hin kes bandorê li wan bikin.”

Nûnera Parlamentoya Ewropayê Zehra Şêxî jî bertek nîşanî pesendkirina Parlamentoya Ewropayê ya li ser binavkirina Pasdaran a weke komeke terorîstî da û got: “Divê Ewropa ji ber ewlehiya keştiyên xwe yên li Tengava Hurmuzê pesnê Pasdarên Îranê bide.”