6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em şervanên Zîlan in!

“Heval Zîlan pêşenga me ye.

Ez jî şervanê wê me.

Şahbanûya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Welatparêzî û baweriya xwe ya bi

azadiyê îspat kiriye.”

Abdullah Ocalan

Li ser kavilên Împaratoriya Osmanî, di bin pêşengtiya dewletên super ên rojavayî de, welatê kurdan bû kolonî, ji hev qut bû û bi îdeolojiya yek-neteweperestiyê hat birêvebirin. Kurdên ku li ser esasê derketina dewletên yekem ên Rojhilata Navîn rawestiya ne, bûne gelê herî zêde bê welatê xwe û mafê çarenûsê. Kurdistanê bi sedsalan li dijî asîmîlasyon û barbariya dagirkerên biyaniyan li ber xwe da ye, lê zilma serdema nû ya di bin parêzbendiya patronên bihêz de bûye xwedî pîvaneke din.

Sîstemên siyasî yên dewletên ku axên kurdî yên seretayî di nav xwe de dihewand cinawir derxistin holê: Rejîmên ku li ser bingehê tepisandina civakê bi rêya kontrol û dîktatoriyê; rêberên neteweyî yên ku tevî nenaskirina wan ji aliyê gel ve desthilatdar in; Formên durû yên desthilatdariyê yên li ser xwîn û tirsa gel ku jê re dibêjin “demokrasî”. Hin çand di bin zexta cihêkariyê de belav bûn yên din jî bêyî ku şopekê bihêlin bi tevahî winda bûn. Ji bo demeke dirêj, kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî herêmên etnîkî bi razîbûna nehênî ya beşek ji elîtên navneteweyî hatin bêdengkirin û dijberiya makîneya tepeserkirinê çalakiya cudaxwazî û terorîzmê hate ragihandin. Di vê navberê de civaka kurd têkoşîna xwe domand. Derdor veguherî qada rageşiya zêde. Ji ber vê yekê di şerê ku li dijî gelên bi mîlyonan hatiye îlankirin de helandina nasnameya kurd û qirkirina fizîkî ya gel bernameyek bû.

Kurd demeke dirêj di bindestiya netewî re derbas bûn û hin jî derbas dibin. Di têkoşîna parastina nasnameya neteweyî û yekitiya neteweyî de gelê kurd divê berdêlên mezin bidin û îro jî nûnerên herî baş ên ciwanên me bi bihaneya canê xwe rê li ber azadiya gelê kurd vedikin. Navê wan dê her di bîra gel de bimîne. Yek ji wan jî keça kurd a bi navê Zeyneb Kinacî ango lehenga nemir hevala Zîlan!

Zeyneb Kinaci di sala 1972’yan de li Meletiyê ji dayik bû. Dê û bav eslê xwe venaşartin lê belê, Zeyneb li cîhaneke ku her kurdek ji biçûkatiya xwe de bi hukmê ku bi aşkerayî xwe weke “tirk” bi nav bike û ji koka xwe ya kurdewarî şerm bike mezin bûye. Keça kurd ev êş bi salan hilgirt û tenê dema ku di şexsê rêhevalên xwe yên tevgera azadiyê de piştgirî dît, karibû derman bike.

Operasyona gerîlayan a ku di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsimê di merasîma bilindkirina alê de li dijî hêzên kolonyalîst ên artêşa tirk pêk hat, nîşan da ku Kurdistan neketiye. Ew sax e! Û ew ê nehêle ku li ser gorên bav û dayikên wê sûcên nazîzmê bistirê. Çalakiya Zîlan qedera welatê kurdan guhert. Navê lehenga nemir di dîroka têkoşîna azadiyê ya Rojhilata Navîn de cih girt!

Vîn, azwerî û bawerî. Ev hemû di asta herî jor de bi Zîlanê re hebûn. Çalakiya wê bû manifesto, bû sond! Zîlan bi wateya rasterast ne tenê şoreşger e, ew şoreşgera mezin a Kurdistanê ye. Zîlan li ser şopa dilê xwe yê mezin, kelecana xwe ya mezin ranewestiya û kesayeta rastî ya şervana Tevgera Azadiyê nîşan da!

Çalakiya Zîlan di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de serdemeke nû vekir. Piştî çalakiyê bi hezaran ciwanên kurd tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn. Bi dehan jinên ku rêya Zîlan şopandine, mîna wê di dîroka Kurdistanê de cih girtin. Zîlan di têkoşîna ronahiyê ya gelê kurd de bû pêşengek girîng. Di têkoşîna jiyana bi rûmet a gelê kurd de bû mînakek mezin. Navê bi sedan zarokan kirin Zîlan.

Ew ferman e, ew sembol e, ew rêyek e, ew çalakiya yekem û dawî ye, di heman demê de ji bo me bûye bangek. Zîlan û çalakiya wê ya fedaî ya lehengî ji aliyê gelê me ve tu carî nayê jibîrkirin. Leheng tenê bi vî awayî mohra xwe li dîrokê dihêlin. Ji ber vê divê ev çalakî weke serhildana li dijî rûreşiya neteweyî, li dijî rejîm û artêşa faşîst, li dijî emperyalîzmê, li dijî heqareta jinan bê nirxandin.

Em ê nehêlin tu kes bi îdealên pîroz ên gelê kurd bilîze. Fermandara me rêheval Zîlan e, em jî şervanên wê ne!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê