6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Seîd li cihê lê hatibû darvekirin hat bibîranîn

Şêx Seîd û 46 helavên xwe di 29’ê hezîrana 1925’an de li Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Komkeleya Çand û Piştevaniyê ya Perwerdeyê ya Şêx Seîd, di 97’emîn salvegera mirina wan de Şêx Seîd û hevalên wî li Deriyê Çiyê li cihê ku lê hatibûn darvekirin bi bîr anî. Endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Bajar ên Amedê jî di nav de nûnerên partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê, tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de destpêkê neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, axivî û diyar kir ku bi siyaseta înkar û tunekirinê hewl tê dayin kurd bêne tunekirin û wiha got: “Em li ser şopa we ne. Yên ku zilm li Şêx Seîd û hevalên wî kirin û ew qetilkirin; em wan şermezar dikin. Lanet li wan kesan be yên ku siyaseta înkar û îmhayê dimeşînin. Şêx Seîd rêberê me ye. Em ê li ser şopa wan bin.”

‘DIXWAZIN PÊŞÎ LI BERXWEDANA WAN BIGIRIN’

Piştre li ser navê Komeleya Şêx Seîd Hevşaredarê Erxenê Ahmet Kaya, ji bo salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên w3i daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî beriya 97 salan li ber zext, zilm, înkar û tunekirinê rabûne û hê jî cenazeyê wan radestî malbatên wan nehatine kirin û wiha got, “Bi nedana cenazeyan re dixwazin hem pêşî li berxwedana wan a mafdar bigirin hem jî nehêlin xwedî li bîranîna wan bê derketin.”

Di dawiya axaftina xwe de Kaya xwest ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bêne aşkerakirin.

ÇÎFTYUREKE BANGA DIYARKIRINA GORA ŞÊX SEDÎD KIR

Herî dawî li ser navê Partiyên Tifaqa Kurdistanî Sînan Çîftyurek jî axaftinek kir û got ku wê xwedî li doza Şex Seîd û hevalên wî derkevin.” Çîftyurek, bang li partiyên muxalefeta Tirkiyeyê yên têne serdana Amedê kir ku cihê gorên Şêx Seîd hevalên wî û bi hezaran kesên mîna wan aşkera bikin.