27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêr dikujin dewlet kujeran diparêze

Viyan Karahan

Mêr dikujin dewlet kujeran diparêzin. Bi taybetî dewleta tirk di vê mijarê de heke bikeve pêşbirkê wê deraca yekem bigre. Yê ku vê madaliyayê hilgire jî wê Erdogan be. Ji roja ku Erdogan li Tirkiyeyê bûye desthilat roj tune ku jinek neyê kuştin.
Di nava 19 salên desthilata AKP’ê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kuştinên jinan derketin asta herî jor. Kujerên jinan ji hêla desthilatê ve bi riya qanûnan hatin parastin û nehatin cezakirin. Ji lewma saziyên jinan li qadan gotin; Kuştinên jinan polîtîk in.
Dewleta mêr ji bo hîmê civakê birizîne bi rêbazên der exlaqî bênavber jin kirin navenda êrîşên xwe. Di pêvajoya desthilata AKP-MHP’ê de rojane jin, li mal, kolan û li cihê kar hatin kuştin. Ev kiryarên li hemberî jinan jî ji hêla kes ango mêrên nêzî desthilatê ve hatin kirin. Ango mêrên bi unîforma ku weke amûrên şerê taybet li bakurê Kurdistanê têne bikaranîn ve hatin kirin.

Di dewama nivîsa xwe de ez ê bi mînakan vê yekê nîşan bidim. Minakên bi êş in lê rastiya pergala mêr dewlet radixe ber çavan.
Li navçeya Qubin a Êlihê jina ciwan Îpek Er di 16’ê tîrmeha 2020’an de ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve hat tecawizkirin. Îpek Er li dijî vê her çiqasî şaş be jî weke rizgariyê di 18’ê tebaxê de dawî li jiyana xwe anî. Der barê Mûsa Orhan de jî ji ber sûcê ‘êrîşa zayendî’ doz hat vekirin. Li ser nerazîbûnan çawîşê pispor Mûsa Orhan hat girtin, lê di 25’ê tebaxê de cardin hat berdan û ji hêla rayedarên dewletê ve hat parastin.
Dîsa ji ber heman zihniyetê xwendekara zanîngeha Mersînê Ozgecan Aslan di 15’ê sibata 2015’an de jiber ku li dijî tecawizê derket ji hêla ajokarê tecawizkar û êrîşkar ve bi awayeke hovane hatibû qetilkirin û îşkence li cenazeya wê hatibû kirin.

Li Amedê jî mêrê bi navê Mehmet Buyuk bi awayek hovane di meha çileya sala 2021’ê de hevjîna xwe qetil kir. Kujerê ku Sureyya Buyuk qetilkir, xwişka Sureyya jî giran birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya. Heta niha kujer nehatiye girtin û cezakirin. Xwişka Sureyya Fatma Sever piştî salekê tedawî dît axivî û got; kujer ji bo ku qetil bike plansazî kiriye.
Li Silopyayê jî di 13’ê gulanê de Sakîne Kultur ya 40 salî bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Sakîne Kultur li ser riya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Li pişt vê êrîşa hovane jî dîsa polîs û mêrê nêzî desthilatê derketin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadger û îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye. Derket holê ku kujer İbrahîm Barkin beriya niha jî xwestiye hevjîna xwe ya berê qetilbike û nehiştiye hevjîna wî ya ji veqetiyaye zarokên xwe bibîne.

Daraza provakasyon û sucê AKP-MHP li Mêrsînê jî bavê tecawizkar parast. Li Mêrsînê bavê 56 salî M.T 4 salan bi awakî sîstematîk tecawîzî keça xwe kir. Daraza alîgir û sûcdar li şûna tecawizkar ceza bike biryara berdana wî da.
Li Stenbolê jî 6’emîn rûniştina doza der barê qetilkirina Seda Kurt a ku di sala 2019’an de li Avcilara Stenbolê ji aliyê Ercan Akkaş ve hat qetilkirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Jin beriya rûniştina dozê li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî kuştinên jinan dan. Jinan weke gelek caran bi daxuyaniyekê daxwaza cezakirina êrîşkar kirin. Doz, bi biryardayîna ku li benda bersiva Wezareta Dadê ya der barê radestkirina kiryar Ercan Akkaş, taloqî 27’ê cotmeha 2022’yan hat kirin.

Heke em tenê çend ji van bûyeran meyze bikin rastî diyar dibe. Ev tenê çend ji kuştinên jinan bûn û yên ku deng veda bûn. Rejîma AKP-MHP’ê weke her pergala mêr dewlet bi kuştina jinan û parastina kujeran hewl dide xwe li ser lingan bigre. Ew jî dizane di her qadê de winda dike. Lê tiştekî jibîr dike, dê di vê mijarê de jî bi têkoşîna jinan winda bike. Ji ber ku jin êdî di ferqa hemû cureyên şer de ne û dizanin ev hemû êrîş ji ber tiştekî din di destê desthilatdaran de nemaye pêk tînin an jî jê re rê vedikin. Her çiqasî hêzen dewletan li ser kar bin, jin jî li ser piyan in.

Ji Dewletên Yekbuyî Amerîka bigrin heya Meksîka, ji Meksîka bigrin heya Polonya, Spanya, Yemen, Lubnan, Afganistan û li gelek deverên din li dijî pergala mêr dewlet jin li ser piyan e û dê li ser piyan bin. Berxwedanî û têkoşîna herî mezin jî jinên kurd dimeşînin. Ji serê çiyayên azad, heya kolanên qadên Şoreşê, ji Şengalê heta giştî bakurê Kurdistanê weke lehî diherikin qadan. Ew feraseta ku dibejê ez ê te bizmar bikim, di çiyayên azad de ji hêla YJA STAR’ê her roj derbên giran dixwe. Bi avakirina pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jînan ve têk diçe. Dîsa li dijî xiyanet û êrîşan dengê dayikên aşîtîxwaz ên edaletê deng vedide. Yanî ên ku tên bizmar kir ew bi xwe dibin. Di vir de mijar ne tenê dewleta tirk e. Pergala mêr dewlet û kiryarên wê yên li dijî jinan e. Di vir de mijar li dijî kuştin, xwekuştin, tacîz û tecawiz û her cure êrîşan berxwedaniya hebûn û nasnameya jinan e.

Lê divê hemû jin jî baş bizanin ku çawa ku tenê beşek ji civakê rabe ser piyan nikaribe azadiya xwe bi dest bixe. Beşek ji jinan jî nikaribe vê serketînê bidest bixe, tenê dikare pêş ve bixe û ev jî bi nirx e. Lê heke jin bi giştî rabin serpiyan, yekitiya xwe ava bike dê tu hêz û pergal nikaribe diwar, sinor û bendan li ber jinan ava bike. Dê wê çaxe jin bi karibin xwediyê jiyana azad bin û wekhev jiyan bikin.