10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Amûdê li dijî îxanetê daketin qadan

Bi sedan endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, li avçeya Amûdê li dijî îxaneta PDK`ê û hevkariya artêşa tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê meş li dar xist. Endamên ciwanên şoreşger alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, PKK, YPJ/YPG`ê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin û pankartên “Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye, hevbeşiya bi dewleta tirk re diminatiya hemû gelan e” vekir.

Xwepêşandêr li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a li Navçeya Amûdê kom bûn û heta Çerxerêya Jina Azad meşiya. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Navçeya Amûdê Zagros Çiya axivî û got: “Em xiyanet û sûcên PDK`ê bi hevbeşiya artêşa tirk li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin û dibêjin em ê piştevanên HPG`ê bin û heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Di dawiyê xwepêşandanê de beşdaran wêneyê Erdogan û Nêçirvan Barzanî şewitand û dirûşmên “Na ji xiyanetê re” berz kirin.