20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Hacî Mîrza Elî bi girseyî spartin axê

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî, tevî malbata Hacî Mîrza Elî, cenazeyê Hacî Mîrza Elî yê di êrîşa balafirên şer ên tirk de jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Geyara wergirtin. Şêniyên Wargehê, cenaze bi konvoyekê ji nexweşxaneyê anîn wargehê. Konvoy li pêşiya wargehê ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin. Piştre li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Mîrza Elî merasîmek hate çêkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şerdariya wargehê Bedran Pîran şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser tevgera azadî êriş hene. Herî dawî êrişî wargeha berxwedanê kirin. Wê nekarin bi van êrîşan îradeya wargehê bişkînin. Sekna gelê wargehê, sekna gelê berxwedêre. Dijmin ji îradeya gelê me ya polayî ditirse. Ji ber wê ev êrîşên tirsonek li ser gelê me pêktînin. Em li vir soza ku şehîdên me dayî dûbare dikin û soz didin ku emê destê îxanetkaran bişkînîn.”

Piştî axaftina Bedran Pîran xelkê wargehê darbesta şehîdê xwe rakirin û ber bi goristanê ve meşiya. Gel di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimire xiyanet’ berz kir.

Cenazeyê şehîd li goristina wargehê hate veşartin.