19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatên ku Kurdistan parçe kirine parçe dibin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Rojhilata Navîn çar welatên ku bi peymana Lozanê Kurdistan di nava xwe de dabeş kirine û parçe kirine îro bi krîzên mezin re rûbirû ne.

Li Tirkiyê ji ber polîtîkaya şer, bêedaletî û gendeliyê ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê krîzek mezin tê jiyîn. Desthilatadariya ku bi siyaseta di yek ziman, yek al, yek netew û yek dînî de israr dike civak ber bi tinebûnê ve biriye. Ji ber vê siyaseta bi her awayî li dijî nirxên civakê ye îro li seranserî welat qirîzên mezin tên jiyîn. Rejîma AKP-MHP’ê bi zext û zordariyê hewl dide pêşiyê li nêrînên dijber ên ku vê siyaseta qirker rexne dikin û qebûl nakin bigre. Di halê heyî de li seranserî welat rewş ne baş e.

Sûriye bi salan ji aliyê malbateke teng ve dihat birêvebirin, li ser gel zext û îzolasyoneke mezin dihat ferzkirin. Civaka ku ji gelek aliyan ve li rastî bêedaletiyê dihat di 15’ê adara sala 2011’an de gel li dijî zordarî û rejîma yek zilamî serî hilda. Di encama serhilana gel de îro li Bakur û Rohilatê welat gel bi îradeya xwe ya azad xwe bi rêve dibe û bi rêxistin dike. Rêjîma ku bi salan e hebûna xwe li ser gel ferz dikir, ji bo van destkeftiyên gel ji dest bigre serî li hemû rêyên qirêj dide.

Li Iraqê bi têkçûyîna Rejîma Baasê re gelê kurd piştî têkoşîneke dûr û dirêj hin destkeftiyên ku dilê tevahiya gelê kurd xweş bike bidest xist. Avabûna Herêma Kurdistanê û naskirina wê ya di qada navneteweyî de ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bû hêviyeke mezin. Lê partî û rêxistinên ku ji 20’ê adara 2003’yan û vir ve li ser erkê ne bi tu awayî ji daxwazên gel re nebûn bersiv. Îradeya siyasî ya ku wek rêvebiriya herêmê hatî destnîşankirin di çarçoveya berjewendiyên xwe yên hizbî û şexsî de xebat dan meşandin û teng man. Partiyên ku bi vê nêzîkatiyê nêzî rêvebiriya herêmê bûn ji daxwazên gel re nabûn bersiv bi demê re piştgiriya gel wenda kirin.

Li başûrê Kurdistanê rêvebiriya ku zêdetirî 19 sal e li ser postê desthilatdariyê rûniştiye heta niha ji bo gel tiştek nekiriye. Di warê siyasî, civakî, perwerdehî, ewlekarî, aborî, çandî û hwd. lewaz ma. Gelê herêmê ji kesan zêdetir bawerî bi nasnameya kurdewarî anî û xwest rêvebiriya herêmê ji daxwazên gel re bibe bersiv. Lê li herêmê aliyên siyasî yên bi vê nasnameyê deng ji gel digrin heta niha bi tu awayî ji daxwazên gel re nebûn bersiv. Li şûna ji hemû beşên civakê re mecalên debarê, kar û jiyanê avabikin xwe dewlemend kirin. Dewlemendiyên sererd û binerd ên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn.
Îro li seranserî başûrê Kurdistanê bi hezaran mamoste, karmend, xebatkar û memûr ji ber mûçe nagrin di çalakiyê de ne. Ji Hewler heta Silêmaniyê rojane çalakî tên lidarxistin lê kes dengê van çalakgeran nabihîse. Aliyên siyasî yên bi saya têkoşîn û berxwedana vî gelî li ser postê desthilatê rûniştine îro gel jibîr kirine. Lewma em dikarin bêjin rêvebiriya ku di bin navê hikûmeta herêmê xwe îfade dike îro bi tu awayî ji daxwaz û hêviyên gel re nabe bersiv.

Di nava welatên herêmê de herî zêde Îran xwedî kevneşopiya rêvebiriya dewletê ye. Ji ber girîngiya xwe ya jeopolîtîk û dewlemendiya petrolê jî Îran welatên herî girîng ên herêmê ye.
Di sala 1978’an de li Îranê di pêşengiya Ayatûllah Rûhûlah Hûmeynî li dijî rejîma Şah serhildan hatin despêkirin. Di encama vê serhildanê de Şah Riza Pehlevî ji welat reviya û di 1’ê Nîsana 1979’an de Komara Îslamî ya Îranê hate avakirin.

Her çendî welatên di pişt perdê de piştgirî dabin Hûmeynî jî, bi avabûna Komara Îslamê guhertinên ku li welat çêbûn ne bi dilê wan bûn. Lewma di qada navneteweyî de li dijî Îranê zextên welatên rojavayî destpêkirin. Îran a ku ji gelek aliyan ve rastî van zextan tê di nava xwe de ji bo pêşî li nerazîbûn û nêrînên mixalif bigre polîtîkayek pir hişk da meşandin. Di encama van polîtîkayan de li seranserî Îranê civak bi krîzên mezin re rûbirû ye.
Di van salên dawî de ji ber krîza aborî li Îranê û rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel hene. Ev çalakiyên ku di pêşengiya mamosteyan de pêk tên ji gelek beşên civakê kes tevlê dibin. Herî dawî çend roj berê ji ber mûçe nayê dayîn, ji ber bihabûna alav û xurekan dîsa çalakî hatin dest pê kirin.

Bi destpêkirina çalakiyan re rejîma Îranê dest bi zext û êrîşan kir. Her çendî ji ber qutkirina înternetê agahiyên pêbawer ji herêmê nayên bidest xistin jî tê gotin ku heta niha li herêma Ehwazê ku ereb lê dimîn û li herêma Loristanê ku kurd lê dimînin pênç çalakgerên jiyana xwe ji dest dane hene. Gelek kes birînbûne û ewqas jî hatine girtin.

Têkildarî êrîş û zextên rejîmê Sendîkaya Mamostayan daxuyaniyek da û da zanîn ku daxwazên çalakgeran daxwazên rewa ne. Bi çalakiyan ve girêdayî îstîxbarata Îranê îdayên cuda avêtin holê. Roja 11’ê gulanê, Wezareta Îstixbaratê ragihand ku wan 2 welatiyên Ewropa yên têkîliya wan bi mamosteyên çalakiyan li dardixin girtine. Roja 17’ê gulanê jî televîzyona Komara Îslamî bi belavkirina vîdeyoyeke girtina van kesan ev îdîa dubare kir.
Bi zêdebûna çalakiyên mamosteyan re dewleta Îranê endam û rêvebirên Sendîkaya Mamosteyan Elî Ekber Baganî, Resûl Bedagî, Mihemed Hebîbî û Cefer Îbrahîmî girt. Ji gelek aliyan ve girtina mamoste wek çavtirsandina mamosteyan çalakger tê nirxandin.
Li seranserî Îranê çalakiyên ku mamoste ji wan re pêşengiyê dikin bi tevlêbûna gelek beşên civakê dewam dike. Rêvebiriya Tahranê hewil dide van çalakiyên ku li dijî xizanî, gendelî û krîza aborî tên li darxistin berovajî bide nîşandan. Çalakiya ji dûrî armanca wan digre dest û van wek tehdîdekê li ser ewlekariya welat dinirxîne. Rêvebiriya bi vê têgehê nêzî çalakiyên sivîl dibe nikare ji daxwaza gel re jî bibe bersiv. Lewam li şûna rêya çareseriyê bigere serî li amûrên tundiyê dide.

Wek me li jor jî nivîsî, welatên ku Kurditan parçe kirin îro ji ber krîzên dijîn, bi parçebûnê re rûbirû ne. Ger ev welat ji daxwazan re nebin bersiv û rêz ji nasnameya welatiyên xwecîhî re negrin tevî alîkariya hevkariyên xwe yên herêmî jî wê nikaribin xwe ji tunebûnê rizgar bikin.