6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkaya windakirinê didome

Tevgera azadiya gelê kurd, di salên 1990’î de li çar parçeyên Kurdistanê mezin bû. Şervanên PKK’ê xwe di nava gel de bi cih dikir û bi rêxistin kirin. Gel êdî li PKK’ê xwedî derket û hembêz kir. Piştî gel û PKK bû yek, dewleta tirk bi hêzên ne fermî ket tevgerê. Bi fermana hikûmeta Ozel, Demîrel û Çîller polîsên taybet û JÎTEM’ê dest bi revandin û kuştina mirovan kiribû. JÎTEM û Cerdevan bûn yek û êdî dest bi kuştin û revandinê kirin.
Di salên 1990’î gund hatin valakirin û şewitandin. Nava rojê îşkece li welatiyan kirin. Ji bo gel ji PKK’ê qut bike welatî revandin û kuştin. Lê têkoşîna azadiyê bêtir mezin bû. JÎTEM’ê û polîsên taybet ji salên 1990’î heta 2000’î 17 hezar û 500 kurd revandin û winda kirin. Hinek ji wan di bin çavan de bi îşkenceyê kuştin û winda kirin. Hinek ji wan jî li derveyî bajar li tenişta rê, binê piran û newalan bi îşkenceyê kuştin. Li gorî daneyên fermî yên parêzvanên mafên mirovan di navbera 1989 û 1999’an de, hezar û 964 welatî ji aliyê kujerên nediyar(diyar) ve hatin windakirin û kuştin. Li gor daneyên Navenda Hafizeyê û ÎHD’ê jî di navbera 1980-2001’ê de Hezar û 388 kes di bin çavan de yan jî bi cinayetên kiryarnediyar hatine windakirin.

30 sal in kujer tên parasitn

Kurdên ku 20-30 sal berê di serdema Mehmet Agar, Tansu Çîler û Suleyman Demîrel de ji aliyê polîs, leşker û JÎTEM’ê ve revandin û windakirin hîn aqûbeta wan nediyar e. Hîn malbatên windakiriyan li zarokên xwe digerin. Xizmên Windayan li Amedê 693 hefte û li Êlihê jî 530 hefte ne li ber xwe didin. Dayikên Şemiyê jî bi heman armancê li Stenbolê 895 hefteye li ber xwe didin û dixwazin kujer bên cezakirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji 1995’an ve her sal di navbera 17-31’ê gulanê de wekî “Hefteya Windabûnê” bi nav dike. Ji bo ku her sal pirsgirêka “windayan” bê rojevê û aqubeta windayan bê lêkolînkirin û kesên berpirs bên dîtin her hefte çalakiyan li dar dixin.

Windakirin polîtîkaya dewletê ye

Parêzvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku windakirin polîtîkayeke dewletê ye. Komara Tirkiyeyê hîn Peymana li Dijî Windakirina bi darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî îmze nekiriye. Ji ber ku ev peyman van bûyeran wekî tawanên li dijî mirovahiyê dihesibîne û demborî qebûl nake. Hiqûqzan û parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku eger dewleta Komara Tirkiyeyê Peymana Neteweyên Yekbûyî îmze kiribûya, biryarên demboriya dosyayan dê nehatina girtin. Hiqûqzan tînin ziman ku daraza li Tirkiyeyê di bûyerên windakirinê de biryara kiryara kuştina mirovan demborî dide û piştî 20 sal derbas dibin hemû dosyayan digirin.

Heman polîtîka dubare dibe

Parêzvanên mafên mirovan bibîr dixin ku bûyerên windakirinê îro jî wekî polîtîkayeke dewletê didome. AKP’ê îdia kir ku salên 90’î serdema Torosên spî bûye û ev pêvajo bi hatina wan bi dawî bûye. Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, bi xizmên windayan re civînek pêk anî. Xwe pir nêzîkê Berfo Ana ku dayika Cemîl Kirbayir bû kir û got ew ê van bûyeran çareser bikin. Der barê dosyaya Cemîl Kirbayir de, Komîsyona Mafên Mirovan bûyerên wê demê li parlamentoyê lêkolîn kir. Piştî guhdarîkirina karbidestên dewletê yên wê demê, parlamentoyê raporek weşand ku Cemîl Kirbayir di binçavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin. Digel vê yekê, biryara neşopandinê ji bo dosyaya Cemîl Kirbayir jî hat dayîn. Feraseta “Di dewletê de berdewamî girîng e” xwe didomîne” siyaseta windakirinê, bi bêcezatiyê xwe nîşan dide.”

Li gorî lêkolîna parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê gava kiryar peywirdarê fermî be lêpirsînên bêbandor, beraet, demborîbûn û polîtikayên bêcazabûnê dikevin dewreyê. Sûcên ku berê pêk hatine, îhlala mafên jiyanê be jî kiryar nayên darizandin. Ji ber polîtîkaya bêcazabûnê di Tirkiyeyê de bi taybetî jî di erdnîgariya kurdan de sûcên ji hêla leşker û polîsan ve tê kirin her diçe zêdetir dibin. Sûcên ku bê ceza tên hiştin, sûcdar bi rehetî peywira xwe didomînin, heta payeya wan bilindtir dibe, ev yek nîşaneya ne darizandinê ye.

Divê qadên hafizayê bên parastin

Rayedarên dewletê ji bo herêmên goristanên bi komî ji bîra mirov bibe û winda bike, hinek projeyan dixe dewreyê. Cenazeyên bi hezaran gelê kurd di van goristanên komî de ne. Beşeke goristanên giştî bi hewldanên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi dîtinên goristanên giştî derketine holê. Herî dawî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê, cihê goristanên giştî ji avahiyan re hat vekirin li ser navê mirovahiyê elbet ev nayê qebûlkirin. Ev mekanên hafizayê ji bo dewlet bikaribe bi sûcên xwe re hevrû bibe divê were parastin.

Dozger lêpirsîna windayan nake

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di hevpeyvînek xwe de diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê windayan de her gav xwe dubare dike û ev ji ber polîtîkaya bêcezabûnê didome. Eren Keskîn di hevpeyvînê de destnîşan kir ku wekî parêzvanên mafên mirovan ew herî zêde di salên “1990’î de bi bûyerên windayên di binçavan de rû bi rû mane û got; “Hêzên dewletê bi biryarên navendî dest bi bûyerên windakirina di binçavan de kirin. Mixabin, dozger tu delîlan nanirxînin. Ew di tu qonaxan de lêkolînên hewce nakin. Van dosyayan 20 sal in di refikên dozgeran de diseknin û di dawiyê de, biryara daxistina muhleta tixûbdariyê tê dayîn.”