21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse’

Berdevkê Partiya Çepên Kesk yê Meletiyê Medet Kilinç destnîşan kir ku sedemeke sereke ya karesata ji ber erdhejê çêbû desthilata AKP-MHP'ê ye û wê di vê hilbijartinê de hesab ji desthilatê bipirsin. 

Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê xebatên xwe bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk ku di çarçoveya hilbijartinan de li Kurdistan û Tirkiyeyê buroyên hilbijartinê vedike ji aliyê gel ve bi coş tê pêşwazîkirin û vekirinên buroyan wekî mîtîngan derbas dibin. Partiya Çepên Kesk li Meletiyê jî buroya hilbijartinê vekir.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Meletiyê Medet Kilinç anî ziman ku armanca wan 2 parlamenteran ji Meletiyê bişînin Meclisê û heke ew biçin Meclisê dê hesab ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.
‘Alîkarî nehat kirin’
Kilinç bibîr xist ku ji bajarên ku ji erdhejê bandor girtine yek jê jî Meletiye bûye û got ku lê bi rojan alîkariya gel nehatiye kirin. Kilinç wiha axivî: “Dema erdhej çêbû, em jî weke rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Meletiyê li qadê bûn. Me di destpêke de maseya kirîzê ava kir û alikariya gel kir. Lê me dewletê li holê nedît. Gelek kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da. Lê alîkarî nehat kirin. Ji Cizîr, Amed û ji her derê gel hat, alîkariya mexdûrên erdhejê kir.”
‘Gel bi bertek e’
Kilinç anî ziman ku piştî erdhejê gelê Meletiyê li dijî desthilata AKP-MHP’ê bi bertek e û wiha got: “Li Meletiyê gel ji ber kareseta erdhejê ji desthilata AKP-MHP bi hêrs e. Piştî erdhejê êdî AKP li Meletiyê winda kir. Ji bo nikaribin diziyê bikin em ê sindoqan biparêzin. Em ê nehêlin diziyê bikin. Milet pir bi bertek e. Yanî xaniyên gelek kesan hilweşiya, bi rojan kon bi destê kesî neket. Şeredarî qet tune ye. Ji ber vê yekê jî gelê Meletiyê pir bi hêrs e. Em di nava gel de ne. Dema em bi gel re diaxivin dibêjin, ’em vê desthilatê û dewletê naxwazin’. Yên ku berê deng didan AKP’ê jî dibêjin êdî em vê desthilatê naxwazin.”
‘Armanc 2 parlamenter in’
Kilinç diyar kir ku armanca wan ew e ku 2 parlementeran ji Meletiyê bişînin Meclisê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê em 2 parlamenteran bişînin an jî neşînin, em ê her tim li cem gelê xwe bin. Li gor analîzên ku em dikin Partiya Çepên Kesk li Meletiyê wê bi ser bikêve. Sedemek jê erdhej e, yek jî polîtikayên desthilatê. Cihên çandiniyê dan ber îmarê, ew jî bû sedema vê karesatê. Heke parlamenterên me yên Meletiyê biçin Meclisê dê hesabê vê yekê bipirsin.”