18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên azad tên

Jinên kurd ên ku têkoşîna jinên cîhanê jixwe re kirin bingeh û bi Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe mezintir kirin di roja me de îlhamê didin hemû jinan

Jinên ku di destpêka dîrokê de xwedawend bûn bi destê hişmendiya mêrperest ji wate û xwebûna hatin dûrxistin. Serdestiya mêran a ku bi hezaran salan e didome jinan ji her qadên jiyanê qut dike. Bi demê re jinên ku li dijî vê pergala mêrperest derketin ketin nav lêgerînên cuda.

Jinên kurd ên ku têkoşîna jinên cîhanê jixwe re kirin bingeh û bi Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe mezintir kirin di roja me de îlhamê didin hemû jinan. Hewldana jinên kurd bi zanista Jineolojiyê xurtir bû. Bi vê hişmendiyê jinên kurd di her qadên jiyanê de ji bo jiyaneke azad û wekhev li ber xwe didin.

Encamên têkoşîna jinên kurd ya ku didin îro xwe di hemû qadên jiyanê de dide der. Di encama vê têkoşînê de jinên bakurî di siyaseta Tirkiyeyê de guheritinên gelek mezin pêk anîn. Hevserokatiya ku ji aliyê hişmendiya mêrperest de nedihat qebûlkirin îro li her sazî û dezgehên ku bi hişmediya azadiyê hatine avakirin tên pêkanîn. Jinên kurd bi salan e di nav siyaseta Tirkiyeyê de jinan, xwezayê, zarokan, civakê bi gelemperî jiyanê diparêzin. Bi vê hişmendiyê di nav civaka Tirkiyeyê de gelek guherînên bingehîn pêk tînin.

Weke tê zanîn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî girtina partiya xwe biryar girtin ku bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê. Li ser vê yekê Partiya Çep a Kesk di rojên berî de hem beyannameya xwe ya giştî hem jî ya jinan ragihand.

Partiya Çep a Kesk bi gotinên xwe yên ‘Nasname, çand, zayenda, keda û vîna me hat binpêkirin. Her û her xwestin ku pêkutiyê li me bikin. Desthilatdariyên mêrsalar bi hezaran salan nexwestin jinan bibînin. Hewl dan ku jinan di malan de asê bihêlin. Li hemberî vê hişmendiya dermirovahî xeta têkoşîna azadiyê diyar e. Jinan bi dirûşmeya xwe ya ‘Dîsa Jin Dîsa Jiyan’ dan zanîn ku dê li ser mîrateya destkeftiyên jinên kurd têkoşîna xwe ya wekheviyê hê xurtir bikin.

Kapîtalîzma mêrsalar ji bo kar û rantê li hemberî xwezayê şer dike. Parastina jiyanê û xwezaya îro ji her demê bêhtir girîngtir e. Jinên azad li hemberî wan kesên ku li Çiyayê Cûdî ji bo beqaya dewletê daristanan tune dikin, ji bo rantê dixwazin Baxçeyên Hewselê desteser bikin, li Egeyê ji bo karê karkeriyê baxçeyên zeytûnan tune dikin, bi kepçe û kamyonan dikevin çaviyên Mûnzûrê, bi qirêja qirş û qalên pîşesaziyê li Trakyayê çem û rûbaran qirêjî dikin, li Behra Reş bi SHE (HES)’yan çem û rûbaran ziwa dikin, ji bo ku em qadên xwe yên jiyanê biparêzin, em jin, em ê li eniya pêşîn têbikoşin. Ji bo ku em civakeke xwezaparêz biparêzin û li ser vê bingehê Komara Demokratîk ava bikin.

Jin li vî welatî tên qetilkirin, destdirêjî û destavêtin li hemberî wan pêk tên. Ji bo ku dibêjin “em pergala mêrsalar napejirînin” rûberî êrîşên zayendî dibin, tên hedefgirtin, binçavkirin, girtin û kuştin. Desthilatdariya AKP-MHP’yê jî mêran bi bêcezatiyê xelat dike, Peymana Stenbolê xesp dikin. Dixwazin jiyanên me bikin binê hukumraniya xwe. Lê li hemberî vê rejîmê dê jin têkoşîna xwe û hêza xwe ya rêxistinbûyî mezintir bikin. Dixwazin zêdetir bibin, jiyana xwe bi destên xwe ava bikin û bi hev re biguherînin. Ji bo vê yekê jinên azad tên!

Em ê nehêlin ku vê biharê yek keseke din jî li kuştinên jinan zêde bibe. Di karesatên xwezayî yên weke erdhejê yên ku vediguherin felaketan de em ê nebin wan kesên pêşîn ên ku pêşiyê rûberî tundiyê dibin. Ji bo ku em hişmendiya rêveberiyên mêrsalar ên ku bi desthilatdarî, darêzgerî, çapemenî û tevahiya sazî û dezgehên xwe tundî û pêkutiyê dispêrin hilweşînin Disa jin tên dîsa jinên azad tên.