17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên dîrokî û lîstokên qirêj

Hilbijartinên îsal hilbijartinên dîrokî ne. Heke em berxwedan û tekoşîna xwe kêm û qels bikin em ê pêşeroja gelê kurd ji bo 10 an jî 50 salan reş û tarî bikin

Ez bawer im her kes baş dizane ku ev hilbijartinên îsal gelek girîng û dîrokî ne. Di heman demê de jî ji bo pêşeroj û çarenûsa kurdan jî gelek girîng in. Ji ber vê sedemê dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser lîstokên qirêj ên ku dewleta tirk dixwaze di hilbijartinê de bike rawestim.

Dema em dîrokê baş nenirxînin, em ê nikaribin roja me jî zelal û baş fahm bikin. Ji bo wê jî dixwazim hinekî li ser salên 1990’an rawestim. Salên 1990’an bi rastî jî di dîroka gelê kurd de salên herî tarî û zahmet bûn. Dewleta tirk bi dijwarî dixwest hebûna gelê kurd ji holê rake. Bi hemû sazî û hêzên xwe ve bi awayê herî dijwar bi ser gelê kurd de dihat. Di heman demê de rêxistinên çetewarî yên mîna Hîzbûllahê ava kirin. Bê gûman armanc qetilkirin û tunekirina kurdan bû. Bi sedan kurd revandin, îşkence kirin, koçber kirin û kuştin lê dîsa jî nikarîbûn gelê kurd biçewisînin.

Her wiha dema em li Rojava jî binerin em ê bibînin ku dewleta tirk dîsa dixwaze bi çete û hêzên terorîst ên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê kurdan bikuje û têk bibe. Dema dît ku çeteyên wan ne serkeftî ne, ew bi xwe bi hewara wan çeteyan ve çû û bi artêşa xwe êrîşî Rojava kir. Di encama van êrîşan de jî gelek bajarên kurdan ên Rojava dagir kir. Dema em li hilbijartinan jî binêrin em ê bibînin ku dewleta tirk di hilbijartinên 2015 û 2018’an de çi kirîye? Dîsa êrîşî kurdan kir. Wê demê jî hêza xwe winda dikir û qels dîbû. Ji bo wê êrîşî kurdan dikir. Li bajarên wekî Enqere û Amedê bi çeteyên xwe bombe dan teqandin.

Bi van mînakan em dibînin ku dewleta tirk kingê ku hêza xwe winda dike û qels dibe, êrîşî kurdan dike. Ev tevgereke asayî ya dagirkeran e. Kingê bixwazin qelsbûn û bêhêzbûna xwe veşêrin êrîşî gelên mezlûm dikin. Dewleta tirk jî hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd afirandiye. Belê dewleta tirk a ku di salên 1990‘an de bi Hîzbûllah û kontreyan re, di salên borî de bi çeteyên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê re hevkarî kir, niha jî bi çeteyên ku kirasê partiyê li xwe kirine HUDA-PAR’ê re hevkariyê dike. Hevkariya ku beriya niha bi awayekî veşartî dikir, îro bi awayekî vekirî û aşkera bi HUDA-PAR’ê re dike. Ev jî rastiyekê radixe ber çavan – li holê ye ku desthilata AKP-MHP çiqas qels bûye, çiqas bêhêz bûye.

Dema ku em bi awayekî baş li vê tabloyê binêrin, em ê bibînin ku kîjan dema ku dewleta tirk qels bûye, hêza xwe winda kiriye û dikeve tengasiyê dest davêje lîstokên qirêj. Dest davêje kiryarên dermirovî. Dikare di van hilbijartinên îsal de jî dîsa li gelek bajarên kurdan bombeyan biteqîne. Ji bo ku dewlet bikaribe rewşa awarte îlan bike, dikare bi destê HUDA-PAR’ê mirovan birevîne û bikuje û li gelek herêman şer derxîne. Di tifaqa AKP-MHP-HUDA-PAR’ê de partiyên mîna BBP û YRP’ê jî hene. Tenê rastiyele van hemûyan partiyan heye, ew jî dijminahiya wan a li dijî tekoşîna azadiya gelê kurd e. Wiha nebe partiyên mîna MHP, BBP, YRP û HUDA-PAR’ê nikarin bên cem hev.

Lê divê bê zanîn ku kurd van lîstokên qirêj baş dizanin. Di salên 1990’an de dîtin, ne tirsiyan. Li Rojava dîtin, bi paş ve gav neavêtin, di hilbijartinan de bombe di ser kurdan de teqandin lê kurdan dîsa jî bi paş ve gav neavêtin û netirsiyan. Ew ê kurd di van hibijartinan de jî bersiva herî tund bidin van dagirkeran. Mînaka wê ya herî baş jî kesên ku weke bernamzet serî li partiya Çep a Kesk daneye. Tevî ku piştî hilbijartinên 2015’an de bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin jî hezar û 783 kesî weke bernamzet serî li HDP/Partiya Çep a Kesk da. Ev tablo rastiya tekoşîna gelê kurd baş radixe ber çavan. Kurd bi zext, zorê, girtin, kuştin, binçavkirin û koçkirinê nikarin werin tirsandin. Ji ber ku gelê kurd tî û birçiyê azadiyê ye. Xelkekî wisa tu çi jî bikî nikarî ew rawestînî.

Weke ku me destpêkê got hilbijartinên îsal hilbijartinên dîrokî ne. Heke em berxwedan û tekoşîna xwe kêm û qels bikin em ê pêşeroja gelê kurd ji bo 10 an jî 50 salan reş û tarî bikin. Divê her kesê kurd bi seferberiyê tev li hilbijartinê bibe. Heke desthilata faşîst a AKP û MHP‘ê di hilbijartinan de biserkevin ew ê li dijî kurdan dest bi êrîşên tundtir bikin. Lê em dikarin rê li ber vê xeteriyê bigirin. Em dikarin li dora tekoşîn, azadî û partiya xwe bibin xelek, agirê serhildanê û berxwedanê mezin bikin.