7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xerîteyên dûrî û nêzikahiyê

Dema ku dibêjin mesafe yan dûrî, erdnîgarî û meskenê ku em lêne tê bîra me lê Hermar Amato wiha dibêje; ’Mesafe û dûrahî ne Afrîka, ne Çîn, ne Hindistan û ne jî roniya stêrkên li asîman e; dûrahî nefamkirina di navbeyna du seriyan de ye.’ Ku wiha be, pusûle, pergel, kilometre û parametreyên rastîn ên di nav ser û dilên me de ne, ne yên li derdorên me. Nexwe ev kaosa ku wiha ji ser serê me û cîhanê kêm nabe, berê ji nav hebûna me ya sînordar derdikeve, dû re her derê dide ber xwe. Her wiha hevnefamkirin carinan îşareta fikirîna kûr e, carinan jî îşareta fikirîna seranser.

Li aliye din, ji bo ku em (helbet tê fêmkirin ku dema ku dibêjim ‘em’, behsa kesên ku ji xwe re dibêjin’antî-faşîst’ dikim) ji Hîtler û hemû varyantên wî hez nekin hewce nake ku em kûr û dûr bifikirin. Lê gava ku dor tê ser dîtina awa û rê û rêbazên faşizan û bêbandorkirina wan fikirîneke kûr lazim e. Belam famkirin û nefamkirin, bi terz û pergala armanca me ve jî girêdayî ye. Mînak; ma mimkûn e ku em ên ku niha jî û demên berê jî xwe li jor û pîroz dibînin û hinekan, mesela jinan, reşikan an jî yên ku ne ji nasnameya wan in li jêr xwe dibinin ‘fam bikin’. Na. Dê di navbeyna ser û hişê me de her tim dinya hebin, ne kilometre, jixwe ew jî dê qet me fam nekin û bila nekin jî. Qet ne lazim e…

Îja di van rojên ku fikrên kevin û nû ji ber maratona hilbijartinê weke şevşevokan li bin guhên hev û me dikevin de erdnîgariya di navbera dil û mejiyan de çawa teşe digire, atlasên çawa derdikevin holê û yên çawa winda dibin? Herhal divê ku mirov her tim li dûrahî û nêzikahiyên xwe binhêre û xerîteyên xwe ji ber çavên xwe kêm neke. Ji ber ku carinan tu hew dibînî way ên hem ji dil û mejî dûr, hem jî di dil û mejî de dûr derdikevin ber mirov û ristên wisa ‘nêzîk’ dilîzin ku  mirov xwe di nav rewşeke rasteder (surrealist) de dibîne û xerîte û atlas ên derûnî û fîzîkî parçe-parçe dibin.

Lew jiyan bazar û cengeke welê ye ku sersarî yan jî neşiyariyeke biçûk jî dikare mirov di nav lepên dijberên mirov de dîl bihêle û rastiyê weke ferek goreya zarokekî berevajî bike û bi wê berevajîtiyê çavên mirov girê bide. Her kêlî bi sedan ‘data’dibarin ji her alî ve, tu bixwazî jî nexwazî jî te şil û pil dike ew barana nûjen (modern), loma jî xwebûnî ji her demê hêjatir û zortir e. Lê ku mirov weke topografekî  zana tevbigere, dê ne barana ‘datayan’, ne jî nêzîkbûnên sexte karibin geremolê çekin, dê kes nikaribe dûr û nêzîkê mirov tev li hev bike.

Lê şair jî wiha dibêje:

Dido û Yek

Li tewşê nebêje ew kî ye

Ez im ez

Ezek welê hatiye ber deriye te ku

Ji serî heta binî tu yî  

Ozdemir Asaf

Serî û dil çawa ku mirov ji hev dûr dixin, ew qas jî nêzîk dikin, ne?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê