10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 meh in Wezareta Dadê ker û kor e

Malbatên girtiyan bi armanca girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî û nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê mijdara 2021’ê de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Malbatan di roja 177’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiye de endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, DBP, HDP û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Di çalakiye de ji keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî, anî ziman ku roj bi roj rewşa girtîgehan xirabtir dibe û wiha got: “Heke mirov bixwaze bizane bê ka rewşa demokrasi û azadiyê ya li welatekî çawa ye, divê mirov li rewşa girtîgehan binêre. Ji ber ku zindan wêneyê edalet, azadî û demokrasiyê ye. Lê dema em îro em li zindanan dinerin, pirsgirekên herî mezin li zindanan hene. Ji ber vê jî ev 6 meh in u em dubare dubare daxwazên xwe tînin ziman. Tevî vê jî tu bersivek nedan daxwazên me.”

Girtiyan davêjin hucreyan

Mervanî bang li wezîrê dadê û rayedarên dewletê kir û wiha axivî: “Em daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ev dubarekirin wijdana civakê diêşîne. Li gelek girtîgehan girtiyan davejin hucreyan. Girtî, bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Civak jî li gel daxwazên me ne. Lewma em dîsa bang li wezîrê edaletê dikin û dibêjin ku bila tejbîrekê li vê pirsgirêkê bike û çareseriyekê peyda bike. Bang me ji bo partiyên siyasî û raya giştî jî ew e ku li daxwazên me guhdar bin.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Dayik pêşengiya lêgerîna edaletê dikin

Malbat bi heman armancê li Îzmîrê jî 59 roj in çalakiya xwe berdewam dikin. Malbat îro li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê kom bûn û daxuyanî dan. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê lêgerîna edaletê heye û wiha got: “Pêşengtiya vê lêgerîna edaletê dayik dikin. Çalakiya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatiye destpêkirin li Edliyeya Rihayê. Malbat li Stenbol û li Wanê di nobetê de ne. Ji bo Doza Geziyê nobet tê girtin, yanî li her derê lêgerîneke edaletê heye.”