2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne

Çalakiya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku divê bên berdan û nayên berdan; li Wan û Amedê didome.

Amed

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin didome. Malbat li ber avahiya Saziya Tibê ya Edlî (ATK) li hev civiyan. Endam û rêveberên DBP, HDP, MED TUHAD-FED, TUAY-DER a Amedê, MEBYA-DER û DÎSK beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî axivî. Merwanî, diyar kir ku heft mehe nobeda xwe ya edaletê didomînîn û wiha got: “Daxwaze me diyar e û ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Bi dehan kes hatin girtine bi dehan kes hatin berdan. Kesên ku demêkî dirêj di girtigehê de bûn, hatin berdan lê belê girtiyên me cûdatir digirin dest û bêhiqûqiyê dikin. Girtiyên nexweş ketine bin salekî lê hûn dîsa jî wan bernadin. Girtiyên nexweş dibin girtigehên herî dûr. Em li Amedê rûdinin girtiyên me dibin wekî bajerên Îzmîr û bajerên din.”

Çalakî bi dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan”  bi dawî bû.

Wan

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate astengkirin. Polîsan malbatên ku xwestin derbasî pêş ATK’ê bibin asteng kirin. Dayika Botan Tîmûr ê 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr axivî û got: “Ez 6 sal in nikarim zarokê xwe bibînim. Ez emeliyat bûme û nexweş im. Çima destûrê nadin ku zarokê xwe bibînim. Ez dayikekim, ev çi edalet e? Em dixwazin bi rêya çapemeniyê dengê xwe bigihînin Wezareta Edaletê û rayagiştî lê hûn destûr nadin. Hûn nahêlin ku çapemenî dîmenan bikişîne. Hûn me bikujin jî bigirin jî kelemçe bikin jî em ê dîsa werin vê derê. Em dayik in, dilê me dişewite” û bertekên xwe anî ziman.

Malbatan dirûşmeya “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bertekên xwe anî ziman û helwesta polîsan şermezar kirin.