17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya HDP û OHD’ê piştgirî da Malbata Şenyaşar

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 443’yemîn de berdewam kir. Şandeya ku ji HDP’ê û OHD’ê pêk dihat serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir. Şandeya ji Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û rêveberên OHD û HDP’ê pêk dihat serdana malata Şenyaşar kir. Malbatê têkildarî neheqiya li wan tê kirin agahî dan şandeyê. Parlamenter Omer Ocalan destnîşan kir ew li cem daxwazên malbatê yên mafdar in û got: “Em bi her awayî li ba we ne. Em vê li her deverê dibêjin. Hûn duh li Stenbolê bûn, dibe ku hûn sibê biçin cihek din. Kes nikare bikeve pêşiya têkoşîna we ya mafdar. Hûn tenê edaletê dixwazin. Niha edalet nebe jî lê di demek zû an dereng de wê edalet bi cih were.”

Şandeyê ji bo demekê bi malbatê re nobed girt û ji wir veqetiyan.