2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrînî li dijî dewleta tirk meşiyan

Di 23’ê gulanê de Serokomar Receb Tayyîp Erdogan gef li heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî xwar. Li dijî vê yekê bi sedan şêniyên Efrînê meşeke girseyî li dar xistin û bertekên xwe anîn ziman.

Şêniyên Efrînê li destpêka rêya gûndê Wehşiyê kom bûn û heta baregehên Rusyayê meşiyan. Efrîniyan di meşê de pankartên “Avakirina wargehên li herêmên dagirkirî tê weteya qirkirin û guhartina demografîk” û “Erdogan li ser mirohaviyê xeterî ye” vekirin û nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan dan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Kiryarên dewleta tirk ên dermirovî berdewam in.” Berz kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo bertek nîşanî gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê da û wiha got: “Îro carek din li Kantona Şehbayê gelê me li hember siyaseta dewleta tirk a dagirker bi çalakiyan nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ev ne cara yekemîn e ku gelê me li pêşiya baregeha Rusyayê çalakiyan li dar dixin. Gelek car in daxwazên xwe parve dikin. Ji ber ku her tim kiryarên dewleta tirk ên dermirovî berdewam in. Lê gelê ku 4 sal in li Kantona Şehbayê koçber in û li berxwe didin, wê heya dawiyê jî li berxwe bidin.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bimire faşîzma tirk” û “Efrîn ya me ye” bi dawî bû.