7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zozanê Şenê daristanê dibirin û qereqolan ava dikin

Leşker û cerdevan bi hevkariya hev xweza û daristanê talan û wêran dikin. Di salên dawî de di demsala buharê de daran dibirin. Di demsala havînê de jî qadên daristanê dişewitînin. Leşkeran sala par li Lice, Cudî, Gabar, Çewlîk, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn û gelek qadên din daristan şewitandin. Dîsa li Çiyayê Gabar, Cûdî û Bestayê dar birîn. Birîna daran a li çiyayê Kurdistanê hê jî didome. Li Çiyayê Besta, Gabar û Cûdî bi hevkariya cerdevan û leşkeran her roj dar tên birîn. Bi kamyonan êzîngên daran bar dikin û dibin bajarên rojavayê Tirkiyeyê.

Leşker û cerdevan niha jî li Zozanên Şenê daran dibirin. Sala par Wezareta Karê Hindûr Zozanê Şenê ji axa Pasûra Amedê qut kir û bi ser ava Mûşê ve girêda. Îsal jî leşker û cerdevan li herêmê daristanê dibirin û li şûna daristanê qereqolan ava dikin. Cerdewan û leşkerên ku li Çiyayê Spî ya pêşberî qereqola nêzî çiyayê Andokê amadekariya qereqolek nû dikin, ji bo cih bi sedan daran birîn.

Zozanê Şênê her sal bi hatina biharê re dibe warê koçeran. Bi bedewiya çiyayên xwe yên bi berfê spî bûne, xwezayê zindî dike. Cerdevan ji bo qereqola li quntara Çiyayê Sipî bê avakirin, hemû darên li ser rêye birîn. Li herêmê hem darên li ser rê û hem jî darên tin tev tên birîn.

Gel bertekên xwe anîn ziman

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) re axivî û xwest dar û daristan li dijî şewatan bên parastin û wiha got: “Darên ku tên birîn pirsgirêka tevahî welat e. Tunekirina hebûna daristanan ya li Mûşê ne tenê pirsgirêka Koçerên e. Pirsgirêka tevahî welat e. Ev rêbazeke şerê taybet e. Ji bo qereqolan ava bikin xwezayê talan dikin û daran dibirin.”

“Dixwazin herêmê bêmirov bikin”

Menekşe Kizildere, destnîşan kir ku çavkaniyên pereyan ên ku divê ji bo parastina daristanan bên veqetandin, ji bo şer tên bikar anîn û wiha axivî: “Di welatekî ku krîza avhewayê lê zêde bûye, hişkayî bûye sedî sed, cureyên endemîk û hebûnên ekolojîk tune dibin de, veberhênana şer sûcekî li dijî gelên e. Sûcêk li dijî nifşên pêşerojê ye. Darên li herêmê dê zirarê bide çandinî û sewalkarî ku debara gelê herêmê ye. Yek ji armanca van înşaetan ew e ku bi astengkirina ked û nanê gel re, herêmê bêmirov kirin û koçberkirina niştecihên herêmê ye. Ji herêmê re jî ziyanên mayînde yên ekolojîk, aborî û civakî dide.”