12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî tecridê meşiyan

Rêxistina Kongra Star a Qamişlo li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Bi sedan jin tev li meşê bûn. Jinan dirûşmeya “Na ji tecrîdê re, erê ji azadî re” berz kirin û ji çerxerêya Siyahî ya bajarê Qamişlo heta navenda Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Jinan di meşê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin û polîtîkayên ku li ser Ocalan û tevahî gelên azadîxwaz tê meşandin şermezar kirin.

Endam û Rêveberên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, sazî û dezgehên sivîl jî di meşê de amade bûn. Paşê şandeya jinan derbasî Neteweyên Yekbûyî bûn û li wir daxwazê xwe yên nivîskî û  devkî ragihandin. Jinan xwest ku tecrîda girankirî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û bi awayekî fizîkî azad bibe.

‘Jinan soz dan ku xebatên xwe mezin bikin’

Rêveberiya Kongra Star a taxa Hileliyê Salha Behcet Keleş tecrîd û êrîşên dewleta tirk a li dijî herêmê şermezar kir û got: “Niha tecrîdek giran li dijî Rêber Apo pêk tê, her wiha dewleta tirk dixwaze herêmên me dagir bike û nasnama gelê kurd winda dike. Wekî jin îro em bang li Netewên Yekbûyî (NY) dikin ku bi erka xwe rabin û destek nedin dewleta tirk. Îro gelê kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kiriye û berxwedana xwe tekoşîn dike. Em wekî jin ku ev êrîşên li ser xaka me pêk tên em ê li dijî vê êrîşê derkevin. Em tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em soz didin Serokê xwe û hemû şehîdên  Kurdistanê ku em ê kar û xebatên xwe bilind bikin heta ku em Rêberê xwe azad bikin.”

‘Heta em sax bin em ê şopdarê serokê xwe bin’

Hediya Mihemed jî anî ziman ku heta ew sax bin ewê her di nava çalakiyan de bin û wiha axivî: “Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin heta ku em Rêberê xwe azad bikin heta ku em sax bin em ê dewleta tirk şermezar bikin û em ê her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin û em ê riya gêrilayên xwe bişopînin. Erdogan mirovekî zalime û em wî şermezar dikin. Em ê şopdarê serokê xwe bin û em silavên xwe ji Serok Apo û gêrilayên li serê çiyê re dişînin.”

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.