4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

60 sal in solbendiyê dike

Solbendê 70 salî Emîn Îpek 60 sal in pêlavan çêdike û didirû. Îpek ku debara xwe bi sinhetê solbendiyê dike, diyar kir ku berê ev pîşeyekî pir bi qîmet bû, lê niha kes silavê nade vî pîşeyî.

Emîn Îpek ê 70 salî ku 60 sal in solbendiyê dike, 40 sal in di kargeheke biçûk a li navçeya Sûrê ya Amedê de bi xwîdana eniya xwe û keda destan debara malbata xwe dike. Îpek ku li şûna biçe dibistanê di 8 saliya xwe de diçe dest bi berberiyê dike û di 10 saliya xwe de jî li ber destê solbendan fêrî pîşeyê solbendiyê dibe. Beyî ku li dibistanê fêrî pîşe bibe, li ber destê hosteyê solan fêrî pîşeyê solbendiyê dibe û piştre kargeheke solbendiyê vedike.

Îpek nêzî 20 salan li kargehên cuda solbendî kiriye û 40 salên jî li heman kargeheyê solbendiyê dike. Dema Îpek 10 salî bûye bavê wî miriye û ji ber ku birayê mezin bûye barê debara malbatê li ser milê wî maye. Ji bo debara malbatê bike, di zarokantiya xwe de dest bi pîşeyê solbendiyê kiriye. Her roj ji sibê heta êvarî solbendiyê dike û hin rojan 60 TL hin rojan jî heta 300 TL’yan pere qezenç dike. Hem solan nû çêdike hem jî solên qetiyayî didirû û pîne dike.

Ji ermanan fêr dibe

Beriya ku fabrîqe bi pêş bikevin welatiyan sol li cem Îpek çêdikirin. Di salên destpêkê de rojê 7-8 sol çêdikir û difirotin. Lê niha ji ber êdî welatî weke berê solan nadin çêkirin û solên hazir dikirin, tenê solên xwe yên qetandî dibin balê û didin dirûtin. Ji ber vê rewşê niha mehê tenê 7-8 sol çêdike. Her wiha êdî weke berê nikare pîne jî bike.

Emîn Îpek ku emrê xwe bi vî karî derbas kir, ji rojnameya me re axivî û qala karê xwe kir. Îpek, destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dema dest bi solbendiyê kiriye zêde sineatkar nebûye û wiha got: Kar jî zêde tune bû. Dayika min ez birim cem esnafekî ermenî. Ez li cem esnafekî ermenî bûm çirax. Wê demê esnafan qîmet didan zarokan.”

Makîneya dirûtinê

Îpek, bi bîr xist ku dema xebitiye heqdesta xwe daye dayika xwe û ev tişt got: “Dema min nû dest bi kar kir bavê min jiyana xwe ji dest da. Hefteya min 35 quriş bû. Wê demê makîne tune bûn. Me bi destan sol didirût. Hostayên me jî bi nav û deng bûn. Karekî baş û serkeftî dikirin. Li Amedê cara ewil hostayên me makîneya dirûtinê çêkirin. Berê me bi derziyan sol didirût. Ez zû fêrî makîneyê bûm.”

Rojê 8 sol didirût

Di berdewamê de Îpek, bi lêv kir ku di destpêkê de rojê 8 cot qundere çêkiriye û wiha pêde çû: “Hinek hosteyan rojê 6-7 sol didirûtin. Ez êdî nikarim rojê 8 cot sol bidirûm. Hem hêza min nemaye hem jî êdî kes nakire. Ez îro rojê cotek sol çêdikim. Kilaşê binê solan çermê çêlekan e. Rûyê solan jî ji çermê bizinan e. Ev çerm di fabrîqeyê de tê paqijkirin. Heta digihîje cem me di gelek destan re derbas dibe. Em ewil çerm bi teşe dikin. Li qalip dixin. Her qalibek li gora hejmaran tê çêkirin. Em derman dikin. Piştî dermankirinê didirûn. Dûre textê binî lêdixin û dişînin makîneyên din. Ew jî dorê hemû paqij dike û boyax dike.”

Solên taybet jî çêdike

Îpek, diyar kir ku piştî ji leşkeriyê hatiye ji xwe re dikan vekiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji wê demê ve ez karê xwe dikim. Min bi maxazayên mezin re peyman çêkir. Ez heta demekê bi wan re dixebitîm. Piştrî rewş hinek xera bû, min dest bi pînekirina solan kir. Ez niha hem çêdikim hem tamîr dikim hem jî pîne dikim. Ez gelek caran solên taybet jî çêdikim. 40 sal in ez li vê kuçeyê kar dikim. Gelek kes min nas dikin. Niha hostayên berê nemane. îro gelek tişt hatine guhertin şimik, spor, qundereyên modelê wan cuda derketine. Hemû li fabrîqeyan hilberîna wan tê kirin. Ev karê me asteng dike.”