27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhemên têr û tijî çap dikin

Xwediyê Weşanxaneya Aryen Roj Agir rewşa weşangeriya kurdî, berhem û pirtûkên kurdî nirxand. Agir diyar kir ku yek armanca wan heye, ew jî pirtûkên kurdî yên têr û tije çap bikin û bi qasî misqalek be jî sûdekê li gencîneya çandî ya kurdî zêde bikin.

Di vê hejmar û rûpelê xwe de me xwest rewşa weşangeriya kurdî û bi taybetî jî Weşanxaneya Aryen ji bo we xwînrerên hêja raxin ber çavan. Weşanxaneya Aryen di sala 2016’an de li Enqereyê tê avakirin û dest bi weşangeriyê dike. Bêguman hema ji nişkê ve nayê avakirin lewre li ser kevneşopiyeke weşangeriyê tê avakirin. Xwediyê weşanxaneyê Roj Agir hem vê pêvajoyê hem jî bi giştî derbarê weşangeriyê de axivî. Niha jî em berê xwe bidinê bê Weşanxaneya Aryen di qonaxên çawa re derbas bûye û di çi qonaxê de ye;

Roj Agir dibêje wan di sala 2016’an de dest bi avakirina Weşanxaneya Aryenê kirine û ev tişt anî ziman: “Me Weşanên Aryenê di sala 2016’an de li Enqereyê ava kir û ji hingê ve em karê weşangeriyê dikin. Lê berî ku em dest bi weşangeriyê bikin me li ser navê Komuna Rozayê, kovarek bi navê Rozayê derdixist. Ev kovar nêzî çar salan hat weşandin. Lê piştî Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyê mixabin derfet nema ku em vê xebata kovarê berdewam bikin. Hin astengî hebûn û gelek hejmarên kovarê jî hatibûn qedexekirin. Ji ber van sedeman û hin sedemên din em mecbûr man ku weşana kovarê bidin sekinandin. Piştî kovarê me nexwest ku dest ji qada nivîsandinê û çapê vekêşin û bi vî awayî me weşanxane ava kir. Gelek xebatkarên kovarê di xebatên weşanxaneyê de jî cî girtin û digirin.”

‘Sekneke me heye’

Di weşangeriyê de hin pîvan hene ji bo çapa berhemekê hin prensîbên weşanxaneyan hene. Weşanxaneya Aryen jî ji roja dest bi weşangeriyê kiriye heta niha xwedî armanc û bi prensîb dixebite. Di vî warî de jî Roj Agir wiha qala prensîbên xwe kir: “Her weşanxane xwedî armancekê ye. Aryen jî berî her tiştî ji bo armanca ku daniye pêşiya xwe vî karî dike. Ji bo vê jî, dema em dosyayekê dinirxînin, berî her tiştî divê ev dosya li gorî armanc an jî xeta weşanxaneya me be. Helbet ji vê qesta min ne tenê xeteke polîtîk e. Ev jî heye helbet lê tenê bi vê ve ne sînordar e. Gelek weşanxane li gorî xeteke polîtîk weşanê dikin û li gorî sekna xwe berheman çap dike. Em jî wisa dikin û vê venaşêrin jî. Sekneke me, xeteke me heye û berhemên em çap dikin jî kêm zêde li gorî vê ye.” Bi domdarî wiha axivî: “Li gel vê, em dosyayên digihîjin me li gorî çawanî û qelîteyê dinirxînin. Ger dosyayek ji hêla naverokê ve qels be, li gorî xeta weşanxaneya me be jî em çap nakin. Weşanxaneya kurdî gihîştiye astekê, bi ya me divê yek vê astê bilindir bike. Rêya vê jî ew e ku yek her berhemê çap neke û divê yek qelîteyê biparêze. Ji destpêkê ve yek armanca me ew e ku em pirtûkên kurdî yên têr û tije çap bikin û bi qasî misqalek be jî sûdekê li gencîneya çandî ya kurdî zêde bikin.”

Eleqeyeke baş heye! 

Ji bo xwînerên xwe em pirsa ‘herî zêde kîjan cure pirtûk rastî eleqeyê tên?’ dikin. Bêguman her berhemek bi naveroka xwe xwîneran li xwe dicivîne li ser vê pirsê jî Agir vê bersivê dide: “Em bi du zimanan weşangeriyê dikin. Di herdu zimanan de jî herî zêde pirtûkên bîranîn-roman eleqeyeke baş dibînin û tên ecibandin. Gelek kesên xwe “zana” û “rewşenbîr” dihesibînin vê cureyê (wekî ku nêzî berhemên nivîskarên girtî dibin) polîtik dibînin, ji “wêje”yê nahesibînin û ji ber vê nêzîkatiya xwe van berheman naxwînin û tune dihesibînin. Hemû berhemên bîranîn-roman jî dixin tûrikekî de û weke ku hemû wek hev bin nîşan didin; berî ku bixwînin û bi pozbilindiyeke ku pênc qûriş nake. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin û ya rastî xwîner jî qebûl nakin, bi taybetî jî xwînerên ciwan ku herî zêde ew xwedî li van berheman derdikevin û ji bo ev pirtûk bên xwendin bi dilsozî ji derdora xwe re jî pêşniyaz dikin. Wekî din, berhemên li ser dîroka kurd û kurdistanê jî pir tên xwestin. Eleqeyeke baş ji bo van berheman jî heye.”

Rêz didin rihê berxwedêr

Taybetmeniyeke Weşanxaneya Aryan jî ew e ku herî zêde berhemên nivîskarên girtî çap dike. Dibe ku ev yek zêdetir bala me kêşa ku em bi taybetî di vê rûpela xwe de bi berfirehî cih bidin vê weşanxaneyê. Li ser pirsa, ‘Ji bo çi herî zêde hûn girîngiyê didin dosya û berhemên zindanê û çap dikin?’ jî Roj Agir ev bersiv da: “Jixwe taybetmendiyeke Aryenê ew e ku ji nivî bêtir nivîskarên wê girtî ne. Em nivîsandina girtiyan bi nirx dibînin. Nivîskarên girtî li cem me bi qîmet in. Di nav wan çar dîwaran de nivîsandin cureyeke berxwedanê ye. Li gel vê, gelek nivîskarên girtî bi kurdî dinivîsin. Jixwe ji ber sekna xwe ya kurdewar hatine girtin û dîwarên bilind jî ev rihê wan asteng nekiriye. Em jî rêz didin vî rihê berxwedêr û hewl didin ku ev rih di nava civakê de jî belav bibe.

Bi vê wesîlêyê dixwazim navê hin nivîskarên girtî yên berhemdar û pênûsa wan xurt jî li vir bibêjim. Wek Mahmut Yamalak, Murat Turk, Nîlufer Şahîn, Ramazan Çeper, Fecriye Benek, Kerem Bîlen, Hecî Nehsan, Kenan Altun, Erd Agron, Siya Çinar û Menaf Osman (Her çiqas ji zîndanê hatibe berdan jî hê li GGM’ya Edîrneyê tê girtin û mixabin hêj negihiştiye mal û malbata xwe). Ev tenê yên ku pirtûkên wan ji Weşanên Aryenê çap bûne ne. Ji bilî van nivîskaran jî gelek nivîskarên hêja û berhemdar, hem yên ku pirtûkên wan ji Aryenê hem jî ji weşanxaneyên din derketine hene.”

Bandora aboriyê

Sal bi sal guherînên mezin ên sosyo-ekonomîk pêş dikevin. Bêguman ev bandoreke mezin li civakê dike. Qeyranên ku rû didin rê li ber hemû beşên civakê dixe nav derûniyeke xirab.

Ev rewş bandoreke çawa li weşangeriyê dike? Em vê jî ji xwediyê Aryenê Agir hîn dibin: “Ji wextê ku me dest bi weşangeriyê kiriyî heta niha qeyrana aborî heye û her diçe xerabtir dibe. Helbet bandora vê ne tenê li ser xebatên weşangeriyê, li ser hemû kar û xebatan heye. Rewşa civakê çi be ya me jî wisa ye, bi hevdu ve girêdayî ye. Ev ji hêla rewşa polîtîk ve jî wisa ye û ev ji rewşa aborî bêtir li ser weşangeriya kurdî bandorê dike. Rewşa weşangeriya kurdî bi rewşa siyasî ve rasterast girêdayî ye. Lewma wekî gelê xwe em jî her li ber xwe didin, ji bo li ser piyan bimînin û karê xwe baştir bikin. Lê helbet em hêza xwe ji hevalên xwîner digirin. Ew li xeta weşanxanê û berhemên em çap dikin xwedî derdikevin û ev jî me bi hêztir dike û em hewl didin berhemên nû bigihînin       ber destê wan.”

Zirara ku didin kurdî nayê dîtin

Em dizanin ku hin weşanxane tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de dosyayên ku tên çap dikin. Zêde girîngiyekê nadin mijar û naverokê. Ev yek jî dibe sedem ku bi tabetî xwînerên kurd ji xwendinê sar û dûr bikeve. Weşanxaneya Aryen ku di vê mijarê de hesas tevdigere, me xwest vê yekê xwediyê weşanxaneyê Roj Agir ji me re vebêje. Li ser pirsa, ‘Di weşana pirtûkan de hûn gelekî bijarte û hesas tev digerin lê weşanxaneyên ku tenê aliyê bazirganîyê difikirin jî hene. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?’ Agir ev tişt got: “Her weşanxane xwedî armancekê ye. Dibe ku armanca weşanxaneyekê tenê bazirganî be, yan jî tenê ji bo pere qezenckirinê vî karî bike. Ev tiştekî xwezayî ye. Weşangeriya bi kurdî yan jî xebatên li ser kurdî bi serê xwe ne pîroz in, divê wisa jî neyên dîtin. Divê em dev ji vê hişmendiya ku her tiştê bi kurdî tê kirin pîroz dibîne berdin. Anku kî tiştekî bi kurdî bike em nikarin wî tiştî pîroz bibînin. Lewma jî li vir pirsgirêk ne tenê bazirganiya hin weşanxaneyên kurdî ye. Yek karê xwe baş bike, li gorî pîvanên weşangeriya cîhanê bike û ji vê qezenc bike, bila bike, ser çavan. Yek ancax dikare bi vê kêfxweş bibe. Tiştê ku ez bixwe li hemberî derdikevim ne ev cure bazirganî ye. Di vê meselê de tiştê şaş û divê yek li hemberî derkeve ev e; gelek weşanxane tenê bazirganiyê dikin û heta ev bazirganî ne li gorî pîvanê bazirganiyêye jî çimkî li gel ku her tiştî ji nivîskar distînin jî tiştekî nadin nivîskar. Çi tê ber destê wan çap dikin, piçek be jî kedê bi dosyayekê re nadin. Ji bo pirtûkek baş derkeve tu hewldana wan çênabe, tenê çap dikin, ji vê qezenc dikin û hew. Nirxdayîn qet û qet tune ye.

Lê dîsa jî ev qaşo weşanger wekî ku karekî pîroz dikin tên dîtin, tenê ji ber ku pirtûkên ku çap dikin bi kurdî ne. Lê zirara ku didin kurdî nayê dîtin. Zirarê didin, çimkî pirtûkekê bê ku bixwînin çap dikin, dev ji redaksiyon û edîtoriyê berde. Û ev jî kurdiyeke seqet derdixe holê, ji ber ku di her pirtûka ku çap dikin de bi hezaran-deh hezaran şaşiyên ziman hene. Ji ber vê, her xebata bi kurdî ne “xizmet” e û ne pîroz e. Tenê xebatên ji dil, bi dilsozî û bi kedeke mezin bo vî zimanî tên kirin bi nirx in, bi qîmet in, ewqas.

Banga ji bo xwendekaran

Xwediyê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir derbarê fûara pirtûkan a dê di navbera 16 û 24’ê kanûnê de li Amedê bê lidarxistin jî axivî.

Agir, li ser amadekariyên xwe ev nixandin kir: “Ev sê sal in li Amedê pêşangeha pirtûkan çênabe. Ev ji bo bajarekî weke Amedê kêmasiyek bû. Ji bo ev pêşangeh çêbibe gelek hewldanên weşangerên kurd çebûn û baş e ku bi erênî encam bû û dê îsal pêşangeh çêbibe. Em bi kelecan li benda pêşangehê ne. Bi saya pêşangehê hem dê kedkarên weşanxaneyan û xwîner hem jî dê nivîskar û xwîner werin cem hev. Herî zêde ji bo vê derfetê em girîngiyê didin pêşangehê. Bi vê sayê hevnasîneke baş çêdibe. Ev tiştekî bi qîmet e.” Her wiha Agir, ev bang jî li xwîneran kir: “Em hewl didin hin pirtûkên nû jî bigihînin pêşangehê, niha em ji bo vê hewl didin. Banga min li hevalên xwîner ew e ku werin pêşangehê û em hev binasin. Em dixwazin bi hevalên xwîner re têkiliyeke germ deynin, pêşangeh jî ji bo vê derfeteke baş e.  Em ê li benda hemû hevalên li Amedê bin. Bi hêviya hevdîtinê. Silav û rêz.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê