3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çûyîn

Koçberiyek bêser û bêber diqewîme. Li vir pirsgirêk ev e ku ev hişmendî çawa ewqas belav bû. Gelo tiliya dewletê, mafyayê û sîmsarên ku bi hezar dolaran pere ji vê gelê feqîr digirin heye yan tune. Ev desthilatî pir aşkera dixwaze ku kurd û elewiyên ku ne alîgirê dewletê ne derkevin derveya welêt.

Beriya hilbijartinê peyvek bi talûke belav dibû: “Ger îcar jî Erdogan bi ser keve; ez ê biçim Ewropayê”. Xuya ye yên wiha digotin li ser gotina xwe ne. Diçin û hey diçin.  Lê her çiqas helbesta Ferhad Merdê ya ku digot ‘Her’ vê mijarê xelas kiribe jî lê dîsa pewîstî heye ku mijara ‘çûyînê’ li ser xetek rast ji hev bê derxistin û em rojek zûtir ji vê xwelîseriyê xwe xelas bikin.

Çûyîn maf e. Mirov dikare ji welatê xwe hez neke jî. Dibe ku evîndarê welatê xwe bî lê çareya mayînê nemabe. Her tişt dibe. Hin çîrok bi êş dagirtîne û hin bi heyecana jiyana nû.  Divê mirov her rewşê li gor xwe taybetiya xwe binirxîne. Her çûyîn xwedî çîrokeke taybet e.  Lê em ê li vir yek bi yek her rewşa çûyînê venebêjin. Helbet çûyîn jî bi qasî mayînê giran e. Li wir xerîbî û li vir zilm! Ma ya rast, ji xerîbiyê girantir zilm heye! Ji ber vê yekê mebesta van hevokan ne darizandina yên çûyî ne.

Mebest destnîşankirina xetereyek e. Koçberiyekê bêser û ber diqewime. Welat vala dibe. Her kes qala çûyînê dike. Tew li herêma Tolhildan û bi taybet li Bazarcix û Elbistanê kes nemaye, yên mayî jî li dorê ne. Ji xwe Agirî! Van salên dawiyê behsa 60 hezar kesan dikin ku ji Agiriyê berê xwe dane Ewropayê.

Xuyaye koçberî vîrûsek e ku pir zû belav dibe. Çend roj berê bi taxsîciyekî re hewl didin du sohbetê bikim, gotin tê li ser jiyana wî û dibêje: “Wele abê ez ê biçim Ewropayê”. A di wê kêliyê da divê tu maskeya xwe baş girê bidî û bipirsî ‘bi ku de diçî’.

Bihuşt li Rojava ye

Xuyaye bi qasî darêzorê koç dikin  bi ewqasî jî bi hişmendiyek şaş koç dikin. Dibêjin qey bihuşt li Ewropayê ye. Ka li fîlma Bihuşt li Rojava ( Eden à l’Ouest) ya Costa Gavrasê temaşe bikin û bibînin çi tê serê Elyasê me. Fîlm ne mijara me ye lê bihuşt jî ne li rojava ye. Erê vîrûsa koçberiyê bi ciwanên kurd ketiye û wek Enkîdoyê ku dev ji gund û daristanên xwe berdabû û berê xwe dabû Urûka navenda wê serdemê.  Niha jî mirov dev ji hevalên xwe ji malbata xwe ji bajar û çanda xwe pir bi awayekî hêsan ber dide û berê xwe dide navenda vê serdemê. Bi awayekî hêsan dibêjim ji ber ku ji sedî yek jî nîne ên ku ji neçarî diçin. Dikana wî heye dibêje ‘ez ê biçim’; dipirsim, dibêjim ‘çima’ xwe aciz dike û dibêje: ‘Ma ez ê li vir çi bikim?’ Li vir yanî li Kurdistanê? Ger li Kurdistanê jî tiştên ku mirov bike tune be, li dinyayê li tu ciyî tişta ku mirov bike tune.

‘Ciwan çima diçin Ewropayê?’

Rûpela Youtubeyê Agackakan vîdeoyek nû parve kiriye. Ji gelê Amedê vê pirsê dike: “Ciwan çima diçin Ewropayê?” Nêzî 40 kes bersiv dane vê pirsê. Hema bêje giş dibêjin ew ji ber aboriyê diçin. Extiyarên me jî dibêjin ‘îmkan heba ez ê jî biçûma’. Kesek jî negotiye “welat çi qas xweş û rind e, destê me jê nabe”. Li vir pirsgirêk ev e ku ev hişmendî çawa ewqas belav bû. Gelo tiliya dewletê, mafyayê û sîmsarên ku bi hezar dolaran pere ji vê gelê feqîr digirin heye yan tune. Krîza aborî jî şer jî hemû pirsgirkên civakî çavkaniya xwe ji vê desthilatê distîne. Û ev desthilatî pir aşkera dixwaze ku kurd û elewiyên ku ne alîgirê dewletê ne derkevin derveya welêt. Ji sedem heta rê her tiştî li ber wan radixe. Ji aliyek ve jî bi mehkemeyên xwe yên wek çek bi kar tîne nivîskar û rewşenbîran ber bi derveyê welêt def dide.

Biçin wan gundên mezin bedew ên li Bazarcixê binêrin. Êş dikeve dilê mirov dema wan gundan wiha vala dibîne. Wiha biçe 20 salên din Kurdistan jî bişibe wan gundên vala.  Xuyaye sedema pirsgirikê nabe çare. Dewlet encax xera bike. Li vir kar jî bar jî dikeve ser milê sazî û dezgeyên welatparêz. Li dijî vê koçberiyê avakirina hişmendiya welatparêzî û bi pergalekê kooperatîf  çareserkirina pisrgirêka aboriyê karên sereke yên siyaseta kurd e. Ji xwe pergala aboriyê ku bi kooperatîfan xwe rêxistin dike modela sereke ya ramana Netewa Demokratîk e.

Di vê mijarê de em guh bidin avakarê vê fikrê Abdullah Ocalan: “Xezîne li ciyê ku lê hatiye windakirin tê dîtin.” Me her çi windakiribe; li Kurdistanê winda kir; wê çaxê em ê li Kurdistanê bigerin!