3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê ji bo şerê li Xezayê dicive

Li ser bang û hişyariya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ya derbarê rewşa Xezayê de îro Konseya Ewlekariyê civînekê lidar dixe her wiha her ku diçe şerê li Xezayê girantir dibe

Konseya Ewlekariyê dê îro civînekê lidar bixe û tê de Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ku cara yekem madeya 99 a peymana damezrandina rêxistina navdewletî bikar anî, bibihîse û hişyariyê bide ku şerê li Xezeyê “dibe ku metirsiyên heyî yên li ser aştî û ewlehiya navneteweyî mezintir bike.”

Madeya 99’an û pêvajoya bêdengiyê

Konseya ku ji 15 endaman pêk tê ji bo gotûbêjkirina encamên şerê li ser Xezayê ku ev zêdetirî du mehan e berdewam dike, civînekê lidar dixe. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, hişyarî kir ku divê hemû bandora xwe bikar bîne ji bo pêşîgirtina karesateke mirovî ya li Xezayê.

Di heman demê de amadekariyên dengdanê li ser pêşnûmeya biryareke Erebî û navdewletî ya ku banga agirbestê dike, didomin lê serokê Amerîkayê Joe Biden hîn jî nêzîkatiyek weha red dike.

“Madeya 99”, ku Guterres pişta xwe dayê, amûra herî bi hêz e ku her Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dikare ji bo rûbirûbûna gefên li ser aştî û ewlehiya navneteweyî bikar bîne.

Ji dema peywira xwe wekî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di sala 2017’an de, Antonio Guterres cara yekem e ku serî li xala 99’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî dide. Ev xal rê dide rêberê Neteweyên Yekbûyî ku vê xalê li hemberî her mijarek “aştî û ewlehiya navneteweyî” tehdîd bike, bikar bîne.

Guterres di nameya xwe ya ji Konseya Ewlekariyê re nivîsîbû de gotibû ku cîhan rûbirûyê metirsiyeke mezin a rûxandina pergala mirovahî ye û teqez kir ku rewş bi lez ber bi xirabûnê ve diçe û vediguhere karesatekê ku bandorên wê yên taluke li ser tevaya Filistîniyan û li ser aştî û ewlehiya herêmê heye.

Her wiha destnîşan kir ku divê bi her awayî rê li ber encameke wiha bê girtin, banga xwe ya ji bo ragihandina agirbestê ji ber sedemên mirovî dubare kir û got: “Ev mijarek lezgîn e.”

Şer girantir dibe

Ji aliyekî din ve Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên vê hefteyê li başûrê Xezayê zêde kirine. Li wê herêmê zêdetirî 2 milyon welatî dorpêçkirî ne.

Duh bi piştgiriya hewayî û deryayî tank û buldozerên Îsraîlê gihiştin Xan Yûnis û li vî bajarê mezin ê li başûrê Xezayê şer di nevbera çekdarên Hemas û artêşa Îsraîlê rû da.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di encama topbaran û bombebaranên Îsraîlê li dijî Xezayê de 17 hezar û 177 kes hatine kuştin. Desthilatên Îsraîlê jî anî ziman ku hezar û 200 kes ji wan hatine kuştin.

Ji pêncşemê ve anku Ji destpêka êrişa leşkerî ya bejahî 89 leşker di nav de kurê serfermandarê artêşê yê berê û endamê meclisa şer a wezîran Gadi Eisenkot, hatine kuştin.

Îsraîlê ji 9′ê Cotmehê ve dorpêçeke giran li ser Xezayê ferz kiriye, di encamê de av, xwarin, derman û kehrebe di xeteriya kêmbûnê de ne.

Li gorî NY′yê nêzî milyonek û 900 hezar welatî anku nêzî ji sedî 84 welatiyên Xezayê ji malên xwe bi sedema şer koçber bûne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê