10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnews: 45 roj in Silêman Ehmed winda kirine

Ji rojnameger Silêman Ehmed ku asayîşa PDK’ê ew revandibû, 45 roj in tu agahî nayên girtin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 45 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite. Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.