18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo çûna Imraliyê serlêdana lezgîn kirin

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên zindana Imraliyê, ji ber fikarên wan ên piştî erdheja Gemlîkê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Di serdanê de hat bibîrxistin ku di 4’ê kanûnê de li Mudanyayê bi pileya 5.1’ê erdhej çêbûye û malbatên Abdullah Ocalan û girtiyên din dixwazin tavilê bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. Bi domdarî wiha hat gotin: “Ji roja erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan heta niha li ser erdheja Marmarayê tê axaftin û vê rewşê li ber fikarên mezin vekiriye. Girava Îmraliyê jî li ser xeta fayê ya vê erdhejê ye. Hem ji ber erdhejên çêbûn hem jî ji ber erdheja Marmarayê malbat dixwazin bi awayeke lezgîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.”

Cezayên ‘Disiplînê ’

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Di navbera salên 2016 û 2019’an de jî herî kêm 19 caran biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn. Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî hincetên van cezayên disiplînê û hejmara dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.

Biryara qedexeyê ya dawî

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.

Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.