12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

62 sal di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bû

Ji aliyê rejîma Baasê ve di sala 1960’an de bi zanebûn 283 zarokên kurd di eywana sînemaya Amûdê de hatin şewitandin. Tu kesî hesaba vê komkujiya ku hê jî di bîra gelê kurd de ye neda.

Di 13’ê mijdara 1960’an de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo yê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 283 zarokên kurd li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin. Di ser vê komkujiyê re 62 sal derbas bû û hîna jî ev komkujî di bîra gelê kurd de ye. 500 zarokên kurd di jiyana xwe de wê cara yekemîn li Sînemaya Şehrazad a Amûdê fîlmê “Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcên Nîvê Şevê)” temaşe bikirana. Ev fîlm mijara xwe ji şoreşa Cezayîrê digirt û Misrê ev fîlm çêkiribû. Piştî ku fîlm dest pê kiribû û di nava fîlmê de agir bi perdeyê ketibû û piştre belavî tevahiya eywanê bûbû.

Eywana ku herî zêde 120 kes dikaribûn bikevinê bi 500 zarokên kurd hatibû dagirtin. Di eywana 130 metre çarqoşe de dema ku agir geş bû her du deriyên ewyanê jî girtî hatibû hiştin û piştî ku agir li her derê belav bû eywan di nava demeke kurt de hilweşiya. Di agir de 283 zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 14’an de bû şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Rejîma Baas’ê ev agir pêk anîbû

Piştî ku ev komkujî pêk hat der barê wê de gelek şîrove hatin kirin. Lewre ev komkujî biguman bû. Ev agir ji hêla rejîma Baasê ku dixwest li Sûriyeyê hebûna gelê kurd biqedînê ve hatibû derxistin. Der barê agirê ku bi sedan zarokên kurd  pê jiyana xwe ji dest dan de tu lêpirsîn nehat vekirin û heke hatibe vekirin jî tu encam ji vê lêpirsînê derneketiye. Ji bo kuştina zarokên kurdan bernameya fîlm bi zanebûn hatibû çêkirin. Lewre zarokên ku li salona sînemayê bûn di jiyana xwe de cara yekemîn bû wê fîlmekê temaşe bikirana. Ji kelecana temaşekirina fîlmê zarokan di wê eywana teng de pêl hev dikirin. Leşkeran jî deriyên eywanê girtibû. Derfeta ku zarok ji vî agirî werin xelaskirin hebû, lê ji ber ku derî bi zanebûn hatibûn girtin gelek zarokan jiyana xwe ji dest da. Di encamê de trajediyek mirovî ya mezin hatibû jiyîn.

Destûr nedane gel zarokên xwe bi bîr bîne

Gelek zarok ji bo ku neşewitin xwe ji kelha sînemayê de avêtin. Di kêleka kelhê bîreka avê hebû. Gelek zarok ketin bîrê û bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji van jî xwe xelas kirin. Gelê Amûdê tenê du salan li ser gora şehîdên xwe find pê xistin û wan bibîranîn. Desthilata rejîma Baasê ku li djî kurdan çavê wê sor bûbû destûr neda gel zarokên xwe jî bi bîr bîne.

5 hezar kurd hatine girtin

Komkujiya Sînemaya Amûdê, encama polîtîkayên dijminatiya li dijî zarokên kurd bû. Li zarokên kurd bişavtin û bênasnamehiştin hatibû ferzkirin. Ev komkujî jî nîşaneya van polîtîkayan bû. Piştî ku ev komkujî pêk hat jî rejîma Baasê li dijî gelê kurd polîtîkayên tunekirinê bênavber domand. Hîna di ser komkujiyê re 3 meh derbas nebûbû rejîmê ji ber xebatên wan ên siyasî 5 hezar kurd girtibû. Ji ber wê jî li gorî şîroveyan ev komkujî ji bo ku gelê kurd bitirse û dest ji xebatên siyasî berde hatibû kirin.

Der barê komkujiyê de gelek belge hatine komkirin

Ev komkujî weke lekeyekê derbasî rûpelên dîrokê bû. Lewre gelek nivîskar û helbestvan der barê Komkujiya Sînemaya Amûdê de berhem nivîsandin. Yek ji wan kesê ku ji vê komkujiyê xelas bû jî nivîskar û parêzer Hesen Direî ye. Direî, der barê agir de gelek belge kom kirin û bi navê  “Amûdê Dişewite” weke pirtûk weşand. Nivîskar Tîrej jî bi helbestekê xwe xwendekarên Amûdê bi bîr tîne û daxwaz dike ku ew cem şehîdên Amûdê were binaxkirin.

Pirtûka ‘Agirê Sînema Amûdê’

Lêkolînerê agirê Sînemaya Amûdê û xwediyê pirtûka “Agirê Sînemaya Amûdê” Ehmedê Namî, di pirtûka xwe de van pirsan ji rêveberên rejîmê dike: “Tevî ku xeteriya agirê ji rêveberan re hatiye gotin jî çima fîlm dan berdewamkirin? Çima mamoste ne bi xwendekaran re bûn? Zarokên rêveberên navçeyê ne di eywanê de bûn, ev tesaduf e? Bi hişyariya bavên xwe zarokên revêberên rejîmê ji eywanê derketine, ev rast e?” Ehmedê Namî bi van pirsên ku di serê mirov de gumanan çêdikin dipirse û rastiya van pirsan jî bi demê re cihê xwe dibînin.