5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

An bi tirkî biaxive an jî hiş be!

Li Bûrsayê li dibistanekê bi nivîsa "An bi tirkî biaxive an jî hiş be" zihniyeta 12’ê Îlonê xwe da der û axaftina bi tirkî li xwendekaran tê ferzkirin.

Li dibistanên Tirkiyeyê, di çarçoveya polîtîkayên tekperest û tirkkirinê yên desthilata AKP-MHP’ê de zihniyeta Darbeya 12’ê Îlonê didome û axaftina tirkî li zarokên neteweyên din têr ferzkirin. Li Dibistana Navîn a Şehît Komando Er Ramazan Okûr a li navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê, li ser derencikên dibistanê nivîsên nijadperest hatine nivîsandin.

Nivîsên nîjadperest ên ku li derencika dibistanê hatine nivîsandin û axaftina tirkî li xwendekaran tê ferzkirin bi vî rengî ne: “An bi tirkî biaxive an jî hiş be, tu kêmasiyeke tirkî tune ye, lê yê we?, tirkî divê di devê me de wekî şîrê dê helal be û bila tirkî di zimanê we de rakeve.”

Egîtîm-Sen’ê derxist holê

Ev nivîs li ser serdana rêveberê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) Yûsûf Ozmen a dibistanê derketin holê. Yûsûf Ozmen, li ser hesabê xwe yê medya sanal parve daxuyanî da û ragihand ku dema çûye serdana dibistanê nivîs dîtine û midurê dibistanê nivîsan parastiye.

HDP’ê xwest wezaret daxuyanî bide

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî bertek nîşanî mijarê de û der barê mijarê de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Tiryakî, di pêşnûmepirsa xwe de xwest ku Wezîrê Perwerdeyê Mahmût Ozer der barê mijarê de daxuyaniyek bide.

Wê Baroya Amedê gilî bike

Li aliyê din Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê jî li ser hesabê xwe yê medysa sanal der barê mijarê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî tirkperestiyê. Komîsyonê, ragihand ku wê giliya mijarê jî bikin.