2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şano Mars bi lîstika ‘Li Dêrê Zargotin’ derdikeve ser dikê

Şano Mars bi lîstika Li Dêrê Zargotin cara dudan 03.06.2023 Şemî di saet 20.00 de li Mêrdînê û navçeyên wan tê pêşkêşkirin.

Li Dêrê Zargotin a ŞANO MARSê kunyeya wê wiha ye:

Perdeyek Ji Zargotinê

Şanoname û Derhênerî: Çetoyê Zêdo

Lîstikvan: Kerem Qoserî, Tuğba Erkek, Turan İlhan, Servet Demirel, Mustafa Temel, Volkan Kaçira

Cil û Berg: Beyan Bahmanî

Dekor: Nuran Emen

Ronahî û Teknik: Seher Arpa

Muzîk û Efekt: Ardî Zêdo

Mawe: 65’

Şano MARS, komeke şanogeriyê ya Mêrdînê ye. Hemû şanoger û kedkarên komê ji Mêrdînê ne û xwedî kar in. Koma şanoyê, bi proveyên êvarî û dawiya hefteyê ve komxebatên xwe li mekan û sehneyên alternatîf mîna Odeya Dermansazan, Akademî Sanat, KESK û li Baroya Mêrdînê pêk anîn. Bi beşdariya şanoger û hunermandan, komxebatên lîstikvanî û şanoyê bi Yavuz Akkuzu, Rugeş Kırıcı, Serhat Kural, İhsan Arat û Ferhat Feqî re kargehên şanoyê pêk anîn. Şano MARS, lîstika bi navê “Li  Dêrê Zargotin” bi nûsin û derhêneriya Çetoyê Zêdo hate amadekirin. Lîstik paşxaneya xwe, ji zargotinê distîne û ji bo temaşevanê giştî ye.

“Li Dêrê Zargotin” bi naverok û şêweya xwe, berê xwe ji folklora kurdî hildigire. Di şanogeriyê de sê mesel li ser sehneyê ne: Aqil Taca Zêrîn, Qûtê Salê û Şêrê Neynîkê. Di van hersê meseleyan de, her çîrok li encamekê û li gotineke pêşiyan digere. Lêgerîna aqilekî, pirsa başî û tifaqê, neheqî û daxwaza wekheviyê û jê wêdetir xwe li zar û zimanê temaşevanê giştî digre.

Zargotin ji aliyê şeş lîstikvanan ve tê lîstin. Bûyerên ser sehneyê bi awayekî vekirî li pêşberî temaşevanan diqewime. Tevî vebêj, temaşevan jî beşdarî lîstikê dibe. Di çîroka destpêkê “Aqil Taca Zêrîn” de, sê bira dikevin dû şopa dizê xwe. Çîroka duyem “Qûtê Salê” ye û ji aliyê sê destbirakan ve tê amadekirin. Di çîroka sêyem de “Şêrê Neynikê” ji bo desthilatdariya xwe, li Şêrekî nenas digere…

Promiyera lîstikê di 31’ê gulanê de li Mêrdînê Sehneya Cureartê ya Dermansazan de hate pêşandan. Ji bo cara duyem dîsa li heman sehneyê ew ê 03.06.2023 Şemî di saet 20.00 de ew ê were pêşandan. Li Mêrdîn û navçeyên wê ew ê bê sehnekirin û pişt re ji bo tûrneyê ew ê biçe Amed, Batman û Wanê…