27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevjîna Muhsîn Melîk: Divê rastî di tariyê de nemînin

Hevjîna parastvanê mafê mirovan û siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk Şenay Melîk, diyar kir ku hê jî kujerên hevjînê wê nehatine darizandin û cezakirin û ev tişt got: “Divê rastî di tariyê de neminin.”

Di salên 1990’î de gelek kes ji aliyê JÎTEM û hîzbilkontreyan ve di kûçe û kolanan de hatin kuştin. Tevî ku kujerên van kesan diyar in jî heta niha ne kes ji van kujeran hatiye darizandin û ne jî hatiye girtin. Gelek dosya jî bi hinceta demboriyê hatine girtin. Siyasetmendarê kurd Mûhsîn Melîk û hevalê xwe Mehmet Ayyildiz jî di 2’ê hezîranê sala 1994’an li Rihayê hatin kuştin. Tevî ku di ser kuştina wan re 29 sal derbas bûne jî malbatên wan ji dosyayên wan tu encam negirtine.  û weke dosyayên kujerên wan nediyar derbasî qeyda bûne.

Melîk, piştî êrîş li wan tê kirin û beriya ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide, der barê êrîşê de ev agahî bi hevalên xwe re parve dike: “Ez êrîşkaran nas dikim. Ji ber ku êrîşkaran demek dirêj min şopandin. Ez û wan gelek caran bi hev re rû bi rû man. Yên me gulebar kirin polîsên sîvil in.” Tevî van agahiyên Melîk jî dosya wî û hevalê wî Ayyildiz weke dosyaya “kujerên wan ne diyar” derbasî qeyda bû.

‘Gefên kuştinê lê dihatin xwarin’

Hevjîna Melîk Şenay Melîk, der barê kuştina hevjînê xwe de ji rojnama me re axivî. Di destpêka axaftina xwe de Melîk, bi bîr xist ku hevjînê wê di avakirina gelek partiyên sîyasî de cih girtiye û ev tişt got: “Hevjînê min parêzvanê mafê mirovan û demokrasiyê bû. Ew ye ji damezrînerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê bû. Di damezrandina HEP, DEP û HADEP’ê de cih girt. Dema di van partiyên siyasî de xebat dimeşand, ji aliyên hin kesan ve dihat şopandin. Gefên kuştinê lê dihatin xwarin. Çend caran hewldan ku wî birevînin û bikujin. Tê gotin ku sê şev pêşiya Mûhsîn bikûjin wesayitek li otoparqa vekirî ya li hember mala me ji bo malê bişopîne sekiniye. Di 2’ê hezîrana 1994’an de seat di 09:00 ‘an de Melîk û Mehmet Ayyildiz bi wesayitê diçin ber buroya xwe. Li ber buroyê wan ji du aliyan de gulebaran dikin. Mehmet Ayyildiz li cîhê buyerê, Mûhsîn jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Wî rakiribûn neweşxanê, heta em çûn jiyana xwe ji dest dabû.”

‘Bawerî dida gel’

Di berdewamê de Melîk, diyar kir ku ji bo mijar were ronîkirin û kujer bên darizandin gelek caran serî li dadgeha ewlekariya dewletê dane û ev tişt anîn ziman: “Girêdayîna wî ya têkoşîna ji bo mafê mirovan, sekn, fedakarî û wêrekiya wî bawerî dida gel. Ji bo edalet, azadî û demokrasiyê bixê meriyetê têdikoşiya. Mûhsîn di nav gel de xwedî bandoreke mezin bû. Yên ku nikarîbûn li dijî fikrên wî derbikevin, xwestin wî tasfiye bikin. Têkoşîna wî nîşana aştiya gelê kurd û tirk e. Doza kuştina hevjînê min li dadgeha ewlekariya dewletê dest pê kir. Der barê vê mijarê de gelek serlêdanên me yên takekesî çêbûn lê me tu encam negirt. Min di sala 2015’an de jî serlêdanek takekesî kir. Piştî çar sal di ser re derbas bû biryara ku ‘nayê qebûl kir’ hat dayîn.”

‘Divê rastî di tarîtiyê te nemîne’

Melîk, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di ser kuştina hevjînê wê re 29 sal derbas bûne û hê jî berpirsyar û faîl nehatine dîtin û darizandin û ev bang kir: “Sucên li dijî mirovahiyê tên kirin divê bên qebûlkirin. Bila berpirsyar û faîl bên darizandin. Divê rastî di tarîtiyê te nemîne.”